Şêxo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Şêxo
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1959an (65 salî)
Keralmaz, parêzgeha Semsûrê, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şêxo hunermendekî kurd e.

Şêxo di sala 1959an de li gundê Keralmaz yê girêdayî herêma Serigolle (Semsûr) di nav malbateke cotkaran û elewiyan Kurdperwer de hat dinê. Şêxo xwendina xwe ya destpêk û navemdî li xwîndingehên bajarê Cepeqçûr (Bingol) û Muş'ê bi dawî anîn. Dora sal û niveki ew zarokên gundê xwe ra mamoste bû. Piştre ew ji welatê xwe derket û cu ewropa. Li Elmanya Federal wi zmanê Almani fêr bu. Li Uniwersita Karlsruheyê Teknik beşa Makina Muhendisligi xwand û diploma xwe girt. Ji sala 1988 heta îro ew li ser karê xweyî muhendisi ye. Wî xwandina xwe li welateki xerib bi qota xwe amadekir. Alikariya keseki nedit û li fabriqan karkir û xwandina xwe bi xwe finanse kir.

Şêxo di serda li welateki derwayi karê siyasî û pirsgirêka Kurdîye zanati çêkir. Wî xwendina xwe berneda. Ji ber ku ew zû pêhesiya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin.

Evîna Şêxo ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Hesenê Cizîrî, û hwd. bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Şêxo li eramê xwe û li dibistanê da xorteki bi nav û deng bû. Bi zarokti wi pir helbestên dilani û evinti nivisandin. Carên pir stranên Aşik Mahsuni, Ihsani, Aşik Veysel û... hwd digot. Di piştê da Ruhi Su naskir û hûneriya Ruhi Su ji wi ra bû rêya hûneriyê.

Lê bi hatina Şêxo'yê Almanya wî stranên Şivan Perwer guhdar kirin - ciger û qezeba wî bi agirket. Şêxo ji sala 1979 heta îro (2011) li ser zmanê xweyê kurdi ket û ew daket çavkaniyê Mamosteyê mezin Seydayê Cegerxwîn. Ji navbera helbestên Cegerxwîn' da Şêxo dora 40 helbestan stran çêkirin. Wî di sala 1981yan da mamoste li Swed ziyaretkiri bû û dengê wî qeydkir. Şêxo heta îro 7 Caset û CDyên xwe derketin:

  • Sala 1979 da : HAWAR HAWAR,
  • Sala 1985 da : JI BO BÎRANINA CEGERXWÎN,
  • sala 1994 da : PRANGALAR,
  • sala 1995 da : POESIE DER WURZELN - WURZELN DER POESIE (bi zmanê Almani/Kurdi û Tirki),
  • sala 2002 da : DENGÊ AXÊ,
  • sala 2005 da : LI EZMANAN HEZKIRIN,
  • sala 2009 da : DENGÊ AVÊ

Ew pir caran bû mêwanê radyo û telewizyonê Alman, yê MED-TV, ROJ TV, YOL TV, TRT6, Dünya TV, SU TV, tvt û Kanal 7. Dora 300 helbestên xwe hene. Di meha berçile 2005da xanimek ji Swiss li ser Şêxo pirtukek çirokan û helbestan bi navê "DREI GESCHICHTEN - EIN LIED" derxist.

Şêxo di bin tesîra ogit û şîretên hûneriya paqij da hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe.

Em tev bi dilxweşî li benda xebat û berhemên hozanê xwe yê dengxweş Şêxo ne.