Here naverokê

Semsûr

Semsûrê
Bajar
Adıyaman
Bajarê Semsûrê
Semsûrê li ser nexşeya Adiyeman nîşan dide
Semsûrê
Semsûrê
Semsûrê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Semsûrê
Semsûrê
Koordînat: 37°45′49″Bk 38°16′32″Rh / 37.76361°Bk 38.27556°Rh / 37.76361; 38.27556
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehAdiyeman
SerbajarSemsûr
Hejmara nahiyeyan5 nahiye
Hejmara bajarokan5 bajarok
Hejmara gundan124 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.679 km2 (648 sq mi)
Bilindahî
680 m (2230 ft)
Nifûs
 (2009)
259.497[1]
 • Berbelavî154,55/km2 (400,3/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
198.433
Koda postayê
02 xxx
Koda telefonê(+90) 416
Map
biguhêreBelge

Semsûr (bi tirkî: Adıyaman) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda rêveberiya parêzgeha Adiyemanê ye. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa bajêr 267.131 e.

Hisn Mensûr (Kela Mensûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Komara Tirk navê bajar wekî Adiyaman hatiye guhertin. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr. Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke: Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman. Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku "Ya-dê-ya-min".

Dîroka Semsûrê li gorî lêkolînên ku li Şikefta Palaniyê hatine kirin heya berî zayînê(BZ) 40.000’an dihere. Li gorî dîroka nivîskî, tê diyarkirin ku gelê yekemîn ku li derdora Semsûrê cîwar bûye, yek ji gelên qewmên Hînd û Ewropî gelê Hîtîtî ye. Piştî Hîtîtiyan jî li herêma Semsûrê gelek şaristanî bûne desthilatdar û bajar di tesîra van şaristaniyên hatî û çûyî de maye.

Dema Hîtîtiyan (BZ 1650-1340):

Di dema Qiral Telepinusê yekem de Şaristaniya Hîtîtî desthilatdariya xwe li Anatoliyê bi hêz kiribû. Li gorî nivîskên Bogazkoyê, Semsûr jî di vê demê de diket nava sînorên Şaristaniya Hîtîtiyan. Piştî Telepinus serweriya Hîtîtîyan li herêmê qels bû.

Dema Hûrrî û Mîtanniyan: (BZ 1340-1000) Hûrriyan BZ sedsala XIV’an de Hûrriyan desthilatdariya herêma Semsûrê bi dest xistin. Tê îdîakirin ku şikeftên li Çiyayê Nemrûd bermayiyên Hûrriyan in. Mîttaniyan desthilatiya Hûrriyan têk bir û serweriya herêmê bi dest xist. Tê zanîn ku BZ di navîna sedsala 15’emîn de, Mîttanî li herêma Meletiyê desthilatdar bûn.

Qiraltiya Kummuh: (BZ 1000-708)

Piştî hilweşîna Hîtîtiyan, li Mezopotamyaya Jorîn ji aliyê sîyasî ve gelek guherîn pêk hatin. Li cihên di bin desthilatdariya Mîtanniyan de dewletên nû derketin holê. Di BZ 1000’an de li herêma Semsûrê Qiraltiya Kummuh hate damezrandin.

Qiraltiya Asûran: (BZ 708-605)

Di BZ 708’an de di navbera Qiraltiya Kummuh û Asûriyan de şerê rû da û Qiraltiya Kummuh têk çû. Qiralê Asûran Sargonê II. herêm bi dest xist û piraniya niştecihan sirgûnî Mezopotamya Başûr kir.

Dema Persan: (BZ 553-333) BZ 553’an de hikûmdarê Îranê Keyxusrew sînorên Anatolyayê yên heya Qizilirmakê bi dest xistin.
Bi vê yekê re Semsûr jî tevî sînorên Persan bû.

Dema Helenîstîk: (BZ 333-323)

BZ 333’yan de Îskenderê Mezin hikûmdarê Persan Dariusê III. têk bir û axa Persan a li Anatolyayê tevî ya Împeratoriya Îskender bû.

Qiraltiya Selokîd: (BZ 305- BZ 69)

Piştî mirina Îskenderê Mezin, di navbera kurên wî de pevçûna desthilatdariyê derket. Ji kurên wî Selevkosê I. BZ 305’an de bi tevahî bû desthiladarê dewletê û li herêma ku Semsûr jî tê de Qiraltiya Selokîd damezrand.

Qiraltiya Komagênê: (BZ 69-PZ 72)

Dîroka Komagênê bi serhildanekê dest pê dike. Piştî ku serhildan hate serkutkirin jî Komagênê ji bo serfiraziya xwe ketin nava hewldanan. Mîtradates I Kallinikos bi keça qiralê Împeratoriya Seleukî, Laodikê re zewîcî û kurê Mithradates Antîoxos I Theos BZ 69’an de derket ser text û ew dem weke dîroka damezrandina Qiraltiya Komagênê hate qebûlkirin. Lê di dema Antîoxos IV Epîfanês. de navbera Împeratoriya Romê û Qiraltiya Komagênê xera bû û Roma, Antiochosê IV. ji desthilatdariyê xist û di PZ 72’an de Komagênê weke parêzgehekê bi Sûriyê ve girêda.

Dema Împeratoriya Romayiyan: (72- 395)

Piştî ku desthilatdariya Komagênê qediya, Împeratoriya Romê li Semsûrê li hemberî Persan gelek lejyon ( yekîneyên leşkerî) bi cih kirin. Di vê demê de Samsat jî kirin baregeheke leşkerî.

Dema Bîzansiyan: (395-636)

Di 395’an de Împeratoriya Romê weke Romaya Rojhilat û Romaya Rojava bû du perçeyan. Romaya Rojhilat navê Bîzans wergirt û bû desthilatdarê herêmê.

Dema Emewiyan: (670-758)

Artêşa Emewiyan di sala 670’an de kete herêma ku Semsûr jî tê de ye û cihên sereke yên weke Semsûr û Samsatê hatin bidestxistin. Piştî ku Emewiyan Semsûr bi dest xistin îcar bêgav man ku bi Abbasiyan re mijûl bibin.

Dema Abbasiyan: (758-958)

Piştî ku Abbasiyan Emewî têk birin, Semsûr kete bin desthilatiya Abbasiyan. Lê di sedsala X. de desthilatdariya Abbasiyan hilweşiya û bandora Selçûkiyan dest pê kir.

Dema Selçûkiyan:

Di 1066 de serfermandarê Selçûkiyan Derdora Semsûrê bi dest xist lê ji ber geremolên derketî neçar ma ku bi şûnde vegere. Piştî Şerê Milazgirê Selçûqî bi hêztir bûn û di 1082’an de Semsûr bi dest xistin. Di 1239’an de Baba Îshak li hemberî Selçûkiyan li Semsatê serhildanek li dar xist û Selçûkiyan serhildan bi zorê serkut kirin.

Dema Memlûk û Dulqediriyan:

Di 1243’yan de Selçûkî li hember artêşa Mongolan têk çûn û bi vê yekê re Mongolan gelek der bi dest xistin. Di 1250’an de herêma Semsûrê kete bin desthilatdariya Mongolan. Memlûkan piştre bi alikariyê, herêma Semsurê dîsa bi dest xistin. Dulqediriyan di bin desthilatiya Memlûkan de serweriya xwe li derdora Semsûrê îlan kir.

Dema Împeratoriya Osmaniyan:

Têkiliya Semsurê bi Împeratoriya Osmaniyan re yekem car di 1398’an de bi êrîşa Beyazidê I. dest pê kir û di 1516’an de dema Yavuz Selîm Amed zeft kir Semsûr bi tevahî ket bin destê Împeratoriya Osmaniyan. Di bin desthilatdariya Împeratoriya Osmaniyan de Semsûr piştî 1516’an weke sencaxekê bi parêzgeha Mereşê ve hate girêdan. Di 1531’an de weke qezayekê bi sencaxa Elbîstanê ve hate girêdan û piştre jî di 1563’an de dîsa bi Mereşê ve hate girêdan. Piştî Tenzîmatê di 1849’an de weke sencaxekê bi vîlayeta Amedê ve hate girêdan. Di 1859’an de bi sencaxa Meletiyê û di 1883’an de bi vîlayeta Elezîzê ve hate girêdan.

Dema Komara Tirkiye: Semsûr di 1’ê Berfanbarê 1954’an de ligel navçeyên Besnî, Gerger û Kolikê ji bajarê Meletiyê veqetî û bû bajar.

Parêzgeha Semsûrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

9 şaredê/navçe, 19 şaredarî û 427 gund heye.

  • Semsûr - Semsûr, Akpinar, Çalgan, Koc Alî, Quyuçak
  • Bêsnî - Bêsnî, Keysun, Qizlîn (senter: Sahandîl), Siwarî, Şambayat
  • Çêlikan - Çêlikan
  • Aldûş - Aldûş, Taraksu (senter: Tîllo)
  • Sergol - Sergol, Belweren, Perwerî (senter: Perwerî Mazîn)
  • Kolîk - Kolîk, Tûxarîs, Alut (senter: Tawsî), Narince
  • Semîsad - Semîsad
  • Sinciq - Sinciq (senter: Bîrîmşe)
  • Tût - Tût

Kronolojiya bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa(zayîn)

  • 1650-1340 Dema Hîtîtiyan
  • 1340-1000 Dema Mitanî û Hûriyan
  • 1000-708b Hikûmdariya Kummuh
  • 708- 605 Hikûmdariya Asûriyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 72-395 Împeratoriya Romayiyan
  • 395- 636 Dema Bîzansiyan
  • 670- 758 Dema Emewiyan
  • 1226 Dema Selçûqiyan
  • 1517 Dema Osmaniyan

Sînorên Bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakur û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Melediyê, li rojava bi Meraşê, li başûr bi Ruhayê, li rojhilat bi Amedê u rojavayê başûr ji Eyntawê ra tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda bajêr 7.614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye: deşt ji % 10,7, zozan ji % 3, plato ji % 34,1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê behîv, genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.

Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.

Çiyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê Bezar (1.050 m) Çiyayê Reş (1.115 m), Çiyayê Boz (1.200 m), Çiyayê Borik (2.110 m), Çiyayê Nemrûd (2.150 m), Gordik (2.206 m), Dîbek (2.549 m), Çiyayê Spî (2.551 m)

Deştên Herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.

Firat, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de masî jî tên girtin. Sergol (5 km²), Azaplî (4 km²), Îneklî (3 km²), Abdulherap (2,5 km²).

Babetên heywanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.

Serwetên bin erdê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin. Dewlemendiyên Binerdê:

Devera Semsûrê ji aliyê madenan dewlemend e. Di serî de neft, sifir hesin,manganez,fosfat,gil,rêjî tê derxistin.Ji van ê herî pir tê hilberandin neft e. Li gelek herêmên bajêr bîrên neftê hene. Hêştiran,rojavayê Firatê,Akpinar,Kifrî,Tûreşk,,Karakuş, Lîlan bîrên sereke yên neftê ne.Di salên dawîn de hilberîna neftê her çiqas kêm bûye jî disa rêjeya hilberînê girîngiya xwe diparêze. Ji bilî neftê li

  • Cêlikan: sifir ,hesin, fosfat
  • Bêsnî: Manganez, fosfat,
  • Serêgolê: Rêjî ,manganez, fosfat, gil
  • Semsat: Gil
  • Tût: Manganez
  • Navend: manganez, fosfat, gil
  • Kolik: gil tê hilberandin.

Ciyên turîstîk û gerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre (bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik (kelheyek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê (di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd.

Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xiristiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.

Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 25 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.

Xwarinên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, danreş, bilxurê sîrê, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê.

Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.

Kincên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Kincên herêmê, wek mina bajarên kurdistanî ye. Mêr û jin herdu tev jî şal li xwe dikin. Jin serê xwe, bi kitana spi, digrin.

Lîsteya gundan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nav Bi tirkî
Arix Bozpınar
Pîrax Kavaklı
Kilelan Aktoprak
Berbût Erikli
Serîce Sarıca
Bersomîk Tütenocak
Pilêş Bağbaşı
Kilîsk Esendere
Tawsî Damlacık
Kakşêr Sırakaya
Bervedol Gölgeli
Xeştûr Akdoğan
Hopak Koçtepe
Pevrikan Kayadibi
Mazêl Bölükyayla
Xemşüg Boğazkaya
Şexmîr Yedioluk
Şêxan Derinsu
Qozan Kozan
Artan Pınaryayla
Sermikan Kaşköy
Harun Olgunlar
Simîli Toptepe
Axgewr Kemerkaya
Girik Boğazözü
Komîr Kömür
Keluz/Millik Düzce
Îgundî Yenice
Madun Serhatlı
Hêştiran Çemberlitaş
Çarkezi Uzunpınar
Hosmosu Gözebaşı
Tirintil İnceler
Elîfî İpekli
Selamût Sarıharman
Dolik/Tolik Çayırlı
Çavişi İncebağ
Hozrin Kuştepe
Pêşpinî Aydınlar
Girê Reş Karahöyük
Qereqoc Karakoç
Terman Aydınçoluk
Halkuto Sarıkaya
Mestan Mestan
? Kavak
Şehinkan Doğanlı
Şêxmûr Çatalağaç
Kerikan Gökçay
Bûbikan Bağlıca
Qoçelî Koçali
Kurêmilî Ağaçkonak
Kurab Varlık  
Dol Çamlıca
Tilkiyan Uzunköy
Azikan Yazıbaşı
Gomikan Çamyurdu
Balyan Tekpınar
Şêxlera Jorîn Kuşakkaya
Ferxikan Kayaönü
Malabavê Ahmethoca
Hecîwerd Oluklu
Axçil Akçalı
Zey İndere
Albîr Yeşiltepe
Rezib Kayatepe
Tayyibiye Esence
Axikan Karakoyun
Haydaran Taşgedik
Alxan Ormaniçi
Koru Koruköy
Misûrkan Yenigüven
Piran Örenli
Kerkişin Esentepe
Çinarik Ulubaba
Qırıklı Dardağan
Pişinîk Durukaynak
Lif Güneşli
Dilqicix Ataköy
Kûlika Reş  Tekpınar
Kûllûm Başpınar
Mezgitli Bağdere
Îzdik Çobandede  
Çalxan Bağpınar
Çençen Yazıca
Girê Boz Bozhüyük
Kerdiz Yazlık
Turûş Kuyulu
Xosirge Taşpınar
Axçik Beşyol
Lokman Lokman
Vartan Vartan
Kilîsik Güzelyurt
Hecîxelîl Hacıhalil
Palaş Gümüşkaya
Kemeredîn Işıklı
Xolxolik Akyazı
Gemrik Durak
Kuristan Üçdirek
Firlaz Ilıcak
Xorraf Elmacık
Kom Yayladamı
Çeqal Yarmakaya
Girê Gulaf Alıbey
Ennab Ugurca
Girê Betal Battalhüyük
Qaqûrtlî Caylı
Gergeran  Göztepe
Balyan Yaylakonak
Palaniyê Palanlı
Bêbek Bebek
Qucaq Kuyucak
Axcin Ağcin
Xozgirt Boztepe
Koşin Ekinci
Hisnîmensûr Eümansur
Hesencix Hasancık
Tolemez Dandırmaz
Dawudxan Davuthan
Axdere? Akdere
Axdikan  Karagöl
Borgenek Börkenek
Çamqazî Çamgazi
Qindiralî Kındırali
Dewran? Doyran
Qereqoca Jor? Paşamezrası
Hesenkêndî Hasankendi
Qizilciq Kızılcahöyük
Qarîciq Atakent
Kilofkî Külafhöyük
  • Rojnameya Semsûr(Gazete Semsur)www.rojnameisemsur.com (dîrok)
  • www.adîyaman.bel.tr (dîrok)
  • www.kahta.gen.tr (dîrok)