Zak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şîrê xîç hat beralîkirin)
Zakê çêlekan û toza zakê hişk

Zak an şîrê xîç an jî şîrê ter (bi latînî: colostrum), şîrê pêşîn ê heywanên guhandar ên nûzayî ye. Heta sê rojên pêşîn ên piştî çêbûna zarok û çêlîkan zak û şîrê xîç çêdibe û bi rengê qîçik e.

Zak di guhanên guhanadarên mê de çê dibe da ku bebikê bi awayekî bilindtirîn xwedî bike û bebikê di rojên xwe yên ewil de xort bike.

Herwiha, navên din ên zakê şîrê pêşîn û şîrê kolostral in û ji gelek proteînenzîmvîtamîn û mîneralan pêk tê.

Firo û xelendor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê ji şîrê xîç firo û xelendor çêdikin. Gava şîrê xîç tevî şirê normal dikin firo çêdibe, wekî mast e; xelendor jî têne ji şîrê xîç çêdikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]