Şîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kasek şîr

Şîr vexwirakek spî ye ku ji guhanên lawiran tê. Şîr li destpêka jiyana têjikên lawiran hemî xwirak û vexwiraka wan e. Mirov şîrê lawiran sar yan germkirî vedixwin. Şîr herwiha dibe mast û gelek pêxwarinên din jî.

Şîrê dayîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şîrê dayîkê ku ji bo êşbirê dermanekî suriştî ye piştî aşîkirinê jî dê bandora xwe hebe. Ji ber ku di şîrê dayîkê de ”endorfin” heye digel bandorên xwe yên rawestînê yên êşkujiyê jî heye. Ji bo her pitikê xwarina herî baş şîrê dayîkê ye, divê ku mirov şeş mehên serî tenê şîrê dayîkê bide pitikê

Aşiya yekemîn ya pitikê jî di nava şîrê dayîkê yê ku cara yekemîn didê ku jê re ”kolostrum” tê gotin de ye. Her dayîkek ku bi rêyeke siruştî pitika/ê wê jê re çêdibe divê ku pitika wê hema piştî jidayîkbûnê bi tazîtî bête danîn ser sênga diya wê. Ev yeka hanê dema ku pitik dest bi mêtinê dike dibe sedem ku şîr zûtir û bêtir were.

Pêşveçûna sîstema hînbûnê û alerjî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

şîrê dayîkê dibe sedema zû pêşveçûn û pêşketina sîstema hînbûnê (ya li hember mîkroba diberxwedanê û hwd) jî.

Di ew xwarinên ku didin pitikan de tu tiştê ku têkiliya wê bi sîstema hînbûnê re heye nîne. Hinek xweziyênê-enzîm ( girêzên ji bo herifandin û mehandinê û hwd.) di nava şîrê dayîkê de hene ku dibin sedema xweştir hezimkirin û herifandina xwarina pitikê.

Digel ku proteînên şîrê dayîkê ji yê çêlekê hindiktir in, hemû proteînên ku hene derbasî sirkulasyona bedena pitikê dibin.

”Egzama” di şîrê dayîkê de hindiktir tête dîtin. Bi şîrê dayîkê mehekê liserhev xwedîbûn hem ji bo alerjiyên xwarinan û hem jî ji bo yên ku di rêka hilmê de çêdibin bandûreke xwa ya parastina a baş heye.

Bandora li hember ”egzama” ya parastinê, di pitikên ku şeş mehan an jî bêtir bi şîrê diya xwe xwedî bûne qewîntir e.

Şîrê dayîkê ji bo pitikeke nexweş xwarineke herî îdeal e.

Bandora şîrê dayîkê ya li ser diristkirina meşa roviyên zaroka heye. Ji ber vê yekê bandoreke xwe ya erênî heye ji bo wan pitikên bi zikêşê û emel dikevin.

Dema derbarê rêyên hilmê de pirsgirêk derdikevin, bi wan pitikên ku bi xwarinên çêkirî tên xwedîkirin re belxem û girêzên mezeloqî zêde dibin. Lê şîrê dayîkê taybetmendiyên xwe yên saxkirina nexweşiyên enfeksiyonê hene û nabe sedema zêdebûna girêz û belxeman jî.