Şîrovekirina xewnan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bi hezaran salan berê xewnan bala mirovan kişandiye. Mirovan li sedemên xewnan geriyane, gorî zanyariya xwe têkilî di navbera xewnan û sirûştê de avakirine. Gihîştine wê baweriyê ku di navbera xewnan û paşeroja mirovan de têkilî hene. Çînî, Hindistanî, Ewropayî, Misirî hwd gorî xwe sîmbol ên ku di xewnan de tên dîtin sedemê bûyeran nirxandine. Di nava Kurdan de jî bawerî bi şîrovekirinên xewnan heye. Lê zanîstî tiştinên ku bi metodên zanistiyê nehatine tesbîtkirin napejirîne.

Cara pêşîn di sedsala 20emîn de li ser xewnan xebatên zanîstî hatine kirin. Sigmund Freud li ser xewnan xebatên mezin kiriye û wekî rêbazeke psîkoanalîzê bikaraniye. Ew gihîştiye wê baweriyê ku xewn ji kûraniya ruh û kesayetiya mirov tê û elementên binirx dihewîne. Xewn di bin bandora îd (Ajez) û binhişar ê de ye û heger mirov hişyar be kontrola ajezê radibe û mirov bi pirranî xewnan jibîr dike. Pêwîst e psîkoanalîst bi hişyarbûna nexweş re vana tomar bike.