Psîkoanalîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Psîkoanalîz rêmaneke grekî ye û ji du gotinan pêk tê, psîko (giyanê mirov, rewan) û analîz (dewiyandin, dahûrandin).

Yek ji rêbazên şîrovekirina nexweşiyên derûnnasiyê û dermankirina wê ye. Avakarê vê rêbazê Sigmund Freud e. Bingehên nexweşiyên derûnnasiyê pirranî, di jiyana zaroktiyê tên avêtin. Heger mirov sedaman nas bike nexweşî ji holê radibe. Mixabin dinya hundirîn a mirov pirr tevlîhev e. Nexweş bi serê xwe nikane ji bin vî barî derkeve. Pêwîstiya wê bi psîkanalîstan heye.

Psîkoanalîst rewşeke hêsan û bêalî (notr) amade dike. Bi rêbazên zîrek û plankirî pirsan li nexweş dike. Ji pirsên rojane û hêsan berî bi jiyana zaroktiyê û tarî ve diçe. Heger nêzîkayî bi sedemên nexweşiyê were, nexweş reaksiyonan nîşan dide û naxwaze bijîşk zêdetir bimeşe. Wê gavê seans tê qutkirin. Ji her seansê bijîşk gelek tiştan bidestdixe.

Psîkanalîz ne tenê bi pirsan dibe, herwekî bi hîpnotîzma (hîpnoz), bi bikaranîna hin dermanan hwd jî dibe. Bi têgîna psîkoanalîzê, bi giranî Freud tê bîra mirov.

Sigmund Freud, avakarê psîkoanalîzê

Cîhana psîkoanalîzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî şaxekê zanistiyê pîkoanalîz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Psîkoanalîz angaşt û konsepteke ji bo têgihîştina cîhana binhişarê (derbîr) ye. Ji bo mirov cîhana kûraniya kesayetiya yekê rohnî bike, pewîstî bi gelek aliyên zanistiyê heye. Bo mînak civaknasî, biyolojî, fîzyolojî ûêd. Lewra mirov parçeyek ji xwezayê û civakê ye.

Piştî Freud, Jung, Adler, Lacan û pêşengên din, psîkoanalîstan ev konsepta han bipêş xistin.

Psîkoanalîz, wekî rêbazek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Psîkoanalîz metodek bo fêhmkirin, têgihîştin û rohnîkirina kûraniya rewanê (ruhê) mirovan e. Hevaxavtin, hîpnoz, testên pîvanê, şîrovekirina zimanê laşê mirov û gelek aliyên vê rêbazê hene. Dehsalên dawiyê, gelek aliyên nû jî geş bûne.

Psîkoanalîz wekî terapiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca psîkanalîzê çareserkirina pirsgirêk û nexweşiyên derûniyê ye. Doktor nexweş an rawêjkar, rawêjer, şêwirdar bi xwe ye. Psîkoanalîst bi rêbazên hêza xwe ji zanistiyê digirin, alîkariyê û birêveberiyê dike. Psîkoanalîz bi sedan nexweşiyan sax dike.

Dîrok û serpêhatiya psîkoanalîzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Psîkoanalîz di dawiya salên 1800î de xwe ji şaxê din cuda kiriye. Di serî de bi navên din dihat binavkirin. Bi Sigmund Freud ve digihê xweseriya xwe.

Hin şaxên psîkoanalîzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare hejmara dibistanan zêdetir bike. Bingeha wan bi giranî yek e. Her dibistan bala xwe dide aliyekê û wê ji ya din girîngtir dibîne.

Psîkoanalîz bo dewlemendan e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mixabin psîkoterapî gelek biha ye. Li Kurdistanê jî wekî lûksekê ye. Pirraniya kurdan ji ber şer, xwedî psîkotrawmayan in. Lê xwediyê wan nînin. Li Bakurê Kurdistanê kêm kes diçin cem psîkoanalîstan, pirsgirêkên xwe parve dikin.

Li gelek welatên cîhana sêyemîn psîkoterapî rûneniştiye. Psîkolog an psîkoterapîst bi salan pereyê xelkê dixwin, wan dixapînin an bilî dikin.

Psîkolog an psîkoterapîst bi qasî 4- 10 salan li zanîngehan perwerdeyê dibînin. Li Ewropa û Amerîkayê derfetên perwerdeyê gelek in. Ne tenê perwerdeya terorîk, a praktîkî jî tê dayîn.

Herwiha binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ensîklopedî
Hin ji dûajoyên psîkoanalîzê
Kesên bandora xwe li psîkoanalîzê dane
Warên înterdîsîplînê