Şablon:GH/2022/42

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Enzîm, makromolekulên proteînî ne. Hemû zindewer di xaneyên xwe de enzîmên xwe berhem dikin. Di nav xaneyên mirov de her roj bi sedan reaksiyonên biyokîmyayî rû dide. Xane bi saya ev reaksiyonan, hemû pêwistiyên jiyanê bi cih tîne. Peydakirina ATP, duhendebûna ADN, dabeşbûna xaneyê, çêkirina lebatokan, çêkirin an jî herisandina makromolekulan û hwd., hemû bi reaksiyonên kîmyayayî yên xaneyê tên pêkanîn. Ji boy her reaksiyonê pêdivî bi enerjiyê heye. Bingeha reaksiyonên kîmyayî, an çêkirin an jî qetandina bendên navbera molekulan e. Wekî mînak laktoz dîsakkarîd e, ji boy hîdrolîza laktozê li gel benda navbera molekula avê, divê benda navbera glukoz û galaktozê jî bên qetandin. Laktoz bi serê xwe molekulek xweragir e. Molekulên xweragir tevî reaksiyonan nabin. (zêdetir...)