Şablon:GH

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wêneya gotarê

Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, gola kraterê ya duyemîn a herî mezin a li Cîhanê û gola kraterê herî mezin a li Kurdistanê ye ku navê xwe ji navê heman çiyayê ku navê Qeralê Sumerî Nemrûd lê danîne wergirtiye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên parêzgeha Bidlîsê Tetwan, Xelat û Norşîn de ye. Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li Nemrûdê pêk hatiye firehiya kraterê ya jorîn 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya wî ya navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiya volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê, pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê, ku ji aliyê Nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye. Tê pêşbînîkirin ku çêbûna kratera Nemrûdê bi şikestineke firehbûnê ya ku ji ber pêlên tektonîkî yên li Bakurê Kurdistanê di serdema jeolojîk a Pliocenê de derketiye dest pê kiriye. (bêhtir...)

ArşîvGotara berê