Şablon:GH/2024/44

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Diane Kruger (2014)
Diane Kruger (2014)

Diane Kruger, (jdb. 15ê hezîrana 1976an li Algermissen, Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava) lîstikvanek alman û amerîkî û modela berê ya modeyê (stîl) ye. Diane Heidkrüger di 15 tîrmeha sala 1976an de li Algermissen, Almanyaya Rojava, li nêzîkî Hildesheimê, wekî keça pisporê komputerê Hans-Heinrich Heidkrüger û hevjîna wî, Maria-Theresa, ku karmenda bankeyê bû hate dinyayê. Bi destpêka kariyera xwe re, Kruger li çar aliyê cîhanê hatiye naskirin û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Trophée Chopard wergirtiye. Diane Kruger, di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de bi giranî di fîlmên bi zimanê îngilîzî û fransî de rol wergirtiye. Her wiha wê wekî dedektîf Sonya Cross di rêzefîlma drama sûc a FX The Bridge (2013–14) rol wergirtiye. (zêdetir...)