Şakirê Miho

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Profesor Şakirê Miho di sala 1930 li devera Elegez a Ermenistanê jidayîk bûye, malbeta wî kurdên Êzîdî ye û ji eşîra Sipkî ne û di sedsala 19'an da ji ber êrîşên Osmaniyan ji bajarê Qersê koçber kirinin û çûnin Ermenistan ê.

Profesor Şakirê Miho li sala 1948 li zanîngeha Êrîvan li beşa dîrokê dest bi xwendina bilind kir û sala 1952 zanîngeh qedand û bû bi mamosteyê dîrokê.

Profesor li gel gelek xebatên akademîk û rojnamenivîsiyê, li sala 1994 li gel Prf. Lazerîv. Prf. Hesretyan, Dr. Beşîr Sebir, Dr. Jîngalîne, Dr. ZarêTusupovne, Dr. Vasîlîvne, Dr. Museylan û Dr. Simîrnove Navenda Lêgerîna Kurdî li Moskowayê ava kir û bû berpirsiyarê vê navendê.

Vê navendê heta niha 14 pirtûk û broşûr bi zimanê Rûsî û Kurdî derxistiye.

Profesor Miho heta niha zêdetir ji 20 pirtûkên cûr bi cûr derxistiye û li cîhanê beşdarî dehan konferansan bûye û hertim hewl daye ji bo yekgirtina dengê Kurd.

Prof. Dr. Şakirê Xudoyê Miho 1ê sibata 2007an da saet li derûdora 7an li Moskovayê li mala xwe ji ber rawestana dil di 77 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê.

Roja 27ê çiriya paşîn a 2005 li hola Dîlan a pirtûkxaneya giştî ya Silêmanîyê di merasîmekê de xelata zêrîn ya Pîremerd ya bo sala 2004 pêşkeşî Profesor Şakiro hatibû kirin.