Şemdin Sakık

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şemdin Sakik, Şemo (jdb. 1959 li gundê Zengoka Mûşê) yek ji endamên berê yê PKKê ye.

Ji gundê Mûşê, Zengokê ye û wekî malbat ji eşîra Batkî (Batkan) ne. Malbata wî malbateke dewlemend bû li navenda Mûşê gelek kargehên wan hebûn. Hotela turîstîk a herî mezin li Mûşê "Hotel Zengök" a wan bû. Dewleta Tirk gundê Zengokê dişewitîne. Ji malbata Sakik gelekan dikuje.

Apê Şemo bi tevî xanima xwe ji aliyê leşkerên tirk ve tên şewitandin. Li dijî eşîra Batkî operasyonên hovane yên dewleta tirk dibin. Dewlet li herêma Mûşê Batkiyan wekî dijminê bitalûke îlan dike.

Şemo di ciwaniya xwe de dest bi têkoşîna netewî ya kurd dike. Di sala 1981î de tevlî refên PKKê dibe. Di nava PKKê de peywirdariyên mezin dike. Ji ber nakokiyên di navbera wî û PKKê ji partiyê direve û teslîmê PDKyê dibe. Di 2ê nîsana 1998an de li Başûrê Kurdistanê ew û birayê wî teslîmê dewleta tirk tên kirin.

Sakik di girtîgehê de dibe îtîrafkar. Cezayê îdamê werdigire lê ji ber nûjenkirina zagonan cezayê wî bi hepsa temendirêjiyê (miebet) tê guherandin.