Şerê Gaugamelayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê Gaugamelayê
  • Şer û pêkdan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
36°22′Bk 43°15′Rh / 36.36°Bk 43.25°Rh / 36.36; 43.25
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şerê Gaugamelayê
Rolyafa şerê Gaugamelayê

Şerê Gaugamelayê, şerê di nava Îskenderê Mezin û Darîûsê sêyemin de ku di sale 331´ê de bûye. Ji vî şerî re tê gotin "Şerê Arbela" jî. Di vî şerî de, tê gotin ku Îskenderê mezin tê herêmê û bi artişa mazin ya Pers ku sê qatî wî mazin e, bi wê re dikeve cengê de û wê têk dibe. Di vî şerî de tê ser ziman, ku artişa Îskender bi serkevtiye.

Cihê ku lê şer bûye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihê ku lê şer bûye, li başûrê Kurdistanê ye. Ev şer weke "şerê Hewlêrê" û ankû "şerê Arbela" jî tê bi navkirin. Ji Hewlêrê dema ku çûyîna bi ber Mûsilê de dibê, ku zêde ji Hewlêrê dûrketin nebûyî, cihê ku ew şer û ceng lê bûye heye. Lê ew herêma ku ´şerê gawgamala´, herêma ku lê bûye, di nava sînorê Hewlêrê roja me de dimêne. Ji xwe, berê ji vî şerî re hatiya "Şerê Arbela". Arbela´ navekî Hewlêrê ya ku heta roja me jî, car bi car bi rengê "Erbîl" jî hatiye gotin û ser ziman.

Şerê Hewlêrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Şerê Hewlêrê" an go "Şerê gawgamala", şerekî di nava hêzên Darîûsê sêyem û Îskenderê mezin de ye. Ev şer, di wê de, bahse gelek taktikên şer tên ku kirin ku Îskender bi haniya û bi wê re bi hêzeka piçûk li ber hêza Persî ku sê qatî ya bûya bi serketîya. Tê gotin ku piştî ku artişa Îskender sazûmana artişa Darîûsê sêyem şikand, piştre êdî ket şer de û êdî ew têk bir.

Dawîya Darîûsê Sêyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Darîûsê sêyem, piştî ku tê gotin ku artişa wî ket zorê de, êdî ji qada şerê ravî hat û hat qasrê. Piştre jî, li qasrê ji aliyê çend mirovên ku li cem wî bûn ve di qasrê xwe de hat kuştin.

Piştre rewş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştre rewş, xirab dibe bo persan jî û kurdan jî. Êdî kurd û pers, tê gotin ku bo ku têkçûnaka pirr mezin nexwûn, wê xwe li çîyayê Zagrosan bigrin. Piştî wê re, wê artişa Îskender herê biser wan de. Lê Çend ku artişa Îskender, diçê bi ser zagrosan de, wê hertimî windahiyan bide û wê têkçûnê nikaribê bi wan bide jînkirin. Devereka ku ji wan du deverên ku şikeştin bi Îskender re di vîna wî de bi wê re daye çêkirin jî ev de bûye.

Ji ber vê yekê, ew xwe sipartina kurd û persan li Çiyayê Zagrosan, bûye malê dîrokê. Kurdan, piştre, ji ber kirinên wî xadarî ku wî kirin, jê re gotin "Zûlqarneyn" .[1]

Çavkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rojavayê kurdistanê û serkevtina wî, ji orîjînalê di 9 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 tîrmeh 2013