Şorbemaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbemaş, şorbemas (di hin devoka de tîpa "ş" dikin "s") navê şorbeyeke pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Semsûrê navdar e. Herwiha li herêma Tolhildanê, bi taybetî li parêzgeha Meledîyê jî gelek didin ser.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Maş bi latînî Phaseolus aureus e
  • Maş herwiha ji bi latînî Vigna sinensis re jî dibêjin, li vir zebzeya vê riwekê tê bikaranîn.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê
  • 1.5 lt ava goşt
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) dan
  • 1/2 SA maş
  • 1 serî pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 1 KŞ îsota pûlpelî (îsota tûj)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Danê xwe pakij bişon, ji êvar ve têxin nava avê. Danê berdin nava ava goşt heya nermijî bû bikelînin. Pîvazê xelekî hûrbikin, berdin navê. Pîvaz jî nermijî bûn, keliyan, îcar jî maşê tevlî bikin. Bila ew jî nermijî bibe.

Du rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, îsota tûj têxin navê. Baldar bin îsota tûj zû dişewite.

Şorbeya we êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).