Şorbeya koçeran
Xuyakirin
Şorbeya koçeran, li Amedê şorbeya zozanî, şorbeya dimiliyan, şorbeya mastê mihên sor, şorbeyeke pêjgeha kurd e. Derbasê pêjgeha Tirkiyeyê jî bûye û bi tirkî jê re Yayla Çorbasi dibêjin. Bo vê şorbeyê gelek binavkirin hene.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
- 1 KŞ pûjan
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
- 1 lt ava goşt
- 1 SA (stekana-qedeha avê) mastê tîr, parzûnkirî
- 1 hêk
- 1/2 SA ard (arvan)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di badiyekê de hêk, ard û mastê biçelpînin. Hindik hindik ava goşt pê bidin xwarin û bidin ser agir. Dema dikele bêrawestan tevbidin (li hev bixin). Dema bêhna ardê çû û hinekê tîr bû, xwê bavêjinê û kelekî pê bînin.
Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, pûjanê kêmtirî 1 deqeyê biqelînin, baldar bin bila neşewite. Ev ji bo ser şorbeyê ye.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |