Here naverokê

Aştî Hewramî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ebdulrehman Ebdulla, bi bernavkê Aştî Hewramî tê naskirin, (jdb. 1948 li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê – m. 20 çiriya pêşîn 2024 li Londonê, Brîtanya) siyasetmedarekî kurd û wezîrê berê yê Samanên Xwezayî[ferhengok 1] yê Herêma Kurdistanê li Iraqê bû.[1]

Di kabîneya nehem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîgirê serokwezîrê Karûbarên Enerjiyê û endamê Encûmena Bilind a Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê bû.

Perwerde û kariyer

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1971ê de li Bexdayê bawernameya bekaloryos di warê neftê de wergirtiye û di heman salê de li Besrayê li kompanyaya petrolê ya Iraqê de wek endezyar kar dike. Ji sala 1975an heta 1982an, li Brîtanyayê wek endezyar di şirketeke petrolê ya brîtanî de kar kiriye. Di sala 1978an de li Skotlendayê di beşa endezyariya petrolê de masterê wergirt. Di navbera 1982 û 1985an de, ew mihendisê sereke yê Intra bû. Di sala 2006an de bû wezîrê Samanên Xwezayî (wezîrê Samanên Siruştî) yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Aştî Hewramî çendîn car ji aliyê parlamenter, wezîr û medyayên wezareta xwe ve bi gendeliya di wezareta xwe de, wergirtina bertîl û nezelalbûna dahata wezareta xwe ve hatiye tawanbarkirin.

Aştî Hewramî di 20ê çiriya pêşîn a 2024an de piştî niştergeriyê[ferhengok 2] li Londonê di 76 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

  1. ^ Samanên Siruştî
  2. ^ emeliyat