Abidin Parıltı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abidin Parıltı
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Dokuz Eylül University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Qada xebatê

Abidin Parıltı (bixwîne wekî: Abîdîn Parilti) nivîskar û çîroknivîsekî kurd e. Parilti di sala 1978an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta dest bi zanîngehê bike li Nisêbînê xwendiye û paşê ji bo perwerdehiya zaningehê koçî Îzmîrê kiriye. Ew li Îzmîrê, li zanîngeha bi navê Dokuz Eylül Üniversitesi (zanîngeha nehê îlonê) beşa drama û nivîskariyê dixwîne. Angaşta xwe li ser dengbêjan da. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine weşandin.

Niha li Stenbolê di weşanên mîna Radikal Kitap, Virgül, Kitaplık, Gündem, Esmer de dinivîsîne. Di filmê Hiner Saleem ê bi navê DOL de asîstaniya Hiner Saleem kir. Li Stenbolê dijî.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dengbêjler, Sözün Yazgısı; Weşanên İthaki, 2006, Lêkolîn, Tirkî (Dengbêj, Qedera Gotinê)
  • Heveskuşu, Weşanên İthaki, 2008, Tirkî, (Teyrê Hewesê)