Adat û Rusûmetnameê Ekradiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Adetên kurdan (pirtûk) hat beralîkirin)
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
عاذات و رسوماتنامه ء اكرادية
Nivîskar Mele Mehmûdê Bazîdî
Şêwe Orf û Adetên Kurdan, Çanda Kurdî, Civaka Kurda
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Dîrok Sedsala 19'an

Adat û rusûmatnameê ekradiye (erebî; عاذات و رسوماتنامه ء اكرادية), bi kurdî Adetên kurdan an jî Adab û risûma kurdan, pirtûkeke Mele Mehmûdê Bazîdî ye.[1][2]

Mehmûdê Bazîdî berhema bi navê “Adab û risûma kurdan” e. Adab û risûm tê wateya orf û edet. Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin.

Orf, edet û kevneşopiyan kurdan, di vê berhemê de bi awayek balkêş li ber çavan rahêxistine. Babeta pirtûkê, li ser çanda gelê kurd e, eşîr û koçer, mêvanî, malevanî, keçxwestin, dawet û dezgîran û cîrantiyê ye.

Ev pirtûk li ser jiyana kurdan ya civakî û etnolojiya wan berhema herî pêşîn e ku bi destê Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsîn. Jixwe ji pirtûkên Bazîdî ya musteqil û serbixwe ev xebat e, ango ev xebata wî, ya herî orijînal û girîng e.

Bazidî di berhema xwe de wisa dibêje:
"Ehlê Ekrad eger xwecihye -ên ne koçer- u eger rewend, qewî zêde hakim perest û axaperest in. Zêde îtaata hakiman û mîr û axan dikîn. Bilanêd hakimêd wan fileyek jî bibitin êdî zêde îtaat dikin. Lakîn ji hemcinsêd xwe dexsê dikin. Bi înad û kîn û qîderet în. Eger jî cinsê wan yekî jêre bibine hakim û axayêd wan, îcarî ewî qebûl nakin û îtaata wî nakin. Elbette fesadiyekê peyda dikîn." [3]

Li gor agahiyan, ev pirtûka wî li zimanên rûsî, tirkî, farisî, erebî û zaravayê soranî hatiye wergerandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2014.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://www.ilkehaber.com/haber/nbihardan-kurt-klasikleri-dizisi-11403.htm
  3. ^ M. Mehmûdê Beyazîdî, Adetên Kurdîstan, Amadekar: Delîlo îzolî, Den Haag 1979, r.12-13

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]