Here naverokê

Afghan Girl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Afghan Girl
Afghan Girl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wêneyek xêzkirî yê portreya Sharbat Gula
Çêker
  • Steve McCurry Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1984 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinêhezîran 1985 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêwePortre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Motîv
  • Sharbat Gula Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Afghan Girl (bi kurdî tê wateya Keça Efxanî) portreyek wêneyê ya Sharbat Gula ya sala 1984ê ye, ku penaberek efxan li Pakistanê bû di dema Şerê Sovyet li Efxanîstanê de. Wêneyê ku ji hêla wênekêşê amerîkî Steve McCurry ve li nêzî bajarê Peshawar ê Pakistanê hatî kişandin, di hezîrana 1985ê de di bergê rojnameya National Geographic de derket.[1][2][3] Kesê ku di wêneyê de hatibû portre kirin di destpêkê de nenas bû, heta ku nasnameya wê di sala 2002ê de bê diyarkirin: Gula, keçek peştûn ji parêzgeha Nangarhar a Efxanîstanê, di dema kişandina wêneyê zarokek 12 salî bû ku li Nasir Bagh a Pakistanê rûdinişt.

Di bin siya Şerê Sar de, portre wekî "Mona Lîzaya cîhana sêyemîn" hate binavkirin, ji ber ku wê tabloya Leonardo da Vinci ya ji sedsala 16an a dianî bîran.[4][5] Wêneyê Gula ji bo raya giştî ya cîhana rojava wek sembola Efxanîstanê dihat qebûlkirin.[6][7] CNNê wêneyê wek 'wêneya herî navdar a cîhanê' binavkir.[8]

  1. ^ "'Afghan girl' from famous National Geographic cover is given refuge in Italy". NBC News (bi îngilîzî). 25 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ Ruotolo, Hada Messia,Nicola (25 çiriya paşîn 2021). "'Afghan Girl' from National Geographic magazine cover granted refugee status in Italy". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ Ragobeer, Emily. "Afghan war: Iconic face of the refugee struggle". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "USATODAY.com - 'National Geographic' tracks down Afghan girl". web.archive.org. 28 sibat 2012. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "In Small Things Remembered » Hollywood movie poster at the Kabul Cinema". web.archive.org. 22 kanûna pêşîn 2012. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ Cain, Maureen; Howe, Adrian (3 çiriya paşîn 2008). Women, Crime and Social Harm: Towards a Criminology for the Global Age (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-1-84731-470-3.
  7. ^ "You'll Never See the Iconic Photo of the 'Afghan Girl' the Same Way Again". The Wire (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ Simons, Jake Wallis (23 adar 2015). "The story behind the world's best photograph". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.