Cîhana Rojava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cîhana Rojava
  • Herêma erdnîgarî
  • kom Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cîhana Rojava an hema bi kurtî Rojava zaravek e ko li demên cida û deravên cida dikarit gelek ramanên cida bidit.

Her bi vî awayî ramana Cîhana Rojavayê dikarit berfireh û bertesk bibit. Rojavaya dîrokî li derdora Deryaya Navîn (Yewnanistana kevnare û Romaya Kevin) dest pê dibit, lê paştir Ewropaya Rojava û Navîn jî vedigirit. Eger kêşeya dînî tê nebit, ev zarav carina tevaya Ewropayê vedigirit (Felatiya Rojhilatê). Ev zarav carina dikarit hemî Rûsyayê jî vegirit (xeyin ji Yekîtiya Sovyetê). Li goreyê zimanî, Cîhana Rojava dikarit heta sînorên Nîvgirava Hindistanê jî berfireh bibit. Ji dema Krîstofor Kolumbus û virda, parzemîna Amrîkayê jî wekî parek ji Cîhana Rojava dihên hesibandin. Lê Amerîkaya Latînî gelek hîmanên ferhegî yên berî bajarwarî anko şaristaniyeta Rojavayê di xwe da hiştine. Paştir Awistralya û Nû Zelenda jî bûn parek ji vê Cîhanê.