Agatha Christie

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Agatha Christie
Navê rastî
Agatha Mary Clarissa Miller
Jidayikbûn15ê îlona 1890an
Mirin12ê kanûna paşîn a 1976an (85 salî)
Wallingford, Oxfordshire, Îngilistan
Esilîngilîz
BernavMary Westmacott (navê nivîsê)
Pîşenivîskar
HevjînArchibald Christie (1914–1928)
Max Mallowan (1930–1976)
ZarokRosalind Hicks (ji Archibald Christie)
Malperhttp://www.agathachristie.com
biguhêreBelge

Agatha Christie (z. 15ê îlonê 1890 - m. 12ê kanûna paşîn 1976) nivîskara roman, çîrokên kurt û lîstikên sûcê ye. Herwiha bi navê Mary Westmacott romanên evîndariyê jî nivîsandine. Christie di sala 1890î de li bajarokê Torquayê ji dayîk bûye. Ew xwediyê 66 romanên dedektîfiyê û 14 çîrokên kurt e.

Li gorî Rekorên Cîhanê yên Guinnessê ew romannivîsa pirtûkên wê herî zêde hatine firotin e û pirtûkên wê herî kêm wergerandine 103 zimanan.[1] Pirtûkên wê ji çar milyaran bêhtir hatine firotin. Tê gotin ku pirtûkên wê piştî încîl û William Shakespeare di rêza sêyem de ye ku herî zêde li cîhanê belav bûne.[2][3] Gelek berhemên wê bûne fîlm.

Christie di jiyana xwe de du caran di zewice û bi zilamê xwe re diderkeve gera cîhanê û li welatên Afrîkaya Başûr, Awistralya, Zêlanda Nû û Hawaiiyê digere.[4]

Christie di sala 1976an de li Wallingfordê diçe ser dilovaniya xwe.

Kevirê gora wê

Hinek romanên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala çapkirinê Navê berhemê Dedektîf
1920 Mirin bê deng hat
The Mysterious Affair at Styles
Hercule Poirot
Arthur Hastings
Sermufetîş Japp
1922 Dijminê nepenî
The Secret Adversary
Tommy û Tuppence
1923 Murder on the Links
an jî The Murder on the Links
Hercule Poirot
Arthur Hastings
1924 Zilamê cilqehweyî
The Man in the Brown Suit
Anne Beddingfeld
Serheng Race
1925 Raza kulekan
The Secret of Chimneys
Serkomîser Battle
1926 Kuştina Roger Ackroyd
The Murder of Roger Ackroyd
Hercule Poirot
1927 Çarên Mezin
The Big Four
Hercule Poirot
Arthur Hastings
Başmüfettiş Japp
1928 Raza Trêna Şîn
The Mystery of the Blue Train
Hercule Poirot
1929 The Seven Dials Mystery Bill Eversleigh
Serkomîser Battle
1930 Kuştina li keşexaneyê
The Murder at the Vicarage
Miss Marple
1931 Raza Sittafordê
The Sittaford Mystery

an jî Murder at Hazelmoor
Mufetîş Narracott

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]