Here naverokê

Agirbest

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Agirbest ragirtina şerî di navbera aliyên pevçûyî da jibo heyameka diyarkirî û li tevaya eniyên şerî an li hindek deveran e. Agirbes mumkin e ko bi awayekê fermî bihêt ragehandin an jî bê ragehandineka fermî bit. Agirbes, di navbera du hêzên ku bi hevdû re şer dikin de dibêt. Şer, di dema ku herdû alî jî di heman fikrê de bin ku bidina sekinandin û êdî bi hevdû re şer nekin, bi hevdû re têkiliyê didênin û ji hevdû re dibêjin ku wê êdî li dijî hevdû şer nekin. Bi vê gotinê re, êdî li ser bi hev re ne şerkirinê re bi awayekî prensibî lev dikin. Piştre wê levkirinê ku dikina fermiyetê de, êdî wê ne şerkirina di nava hevdû de mayinde dikin. Bi wê re, êdî aşîtî di nava wan de dibêt. Ew, levkirina wan jî, bi paymanî dibê. Minaq, di dema şerê di naqabîna hîtî û misrîyan ê Kadeşê de bi hevdû re bi nivîskî peyman çêkirin û êdî levkirin.

Di şerên ku bûna de, levkirin, piştî ku hatîya kirin de, agirbest bûya ş şer bi dawî bûya. An jî, weke rêyeke din ya bi dawîbûna şer jî, ku aliyek aliyê din têk bir û êdî hêza wî ya şer nehişt, êdî şerê di nava wan de bi dawî dibê. Lê ev bi gotina agirbestê re nayê ser ziman. Di dema ku hêzekê yek têknekirî ku levkirin bû û êdî li gorî wê lêkirinê êdî di nava wan de şer nebû, hingî, ji wê re agirbest tê gotin. Di rewşên agirbestê de, bi teybetî, herdû hêzên ku bi hevdû re şer dikin, hêza wan li ser xwe ya.

Herweha binihêre

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]