Al-Anfal, "bi navê Allah, Baes û Saddam"

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Al-Anfal – "im Namen von Allah, Baath und Saddam"
(Enfal - "Bi navê Ellah, Bees û Sedam")
DerhênerMano Xelîl
ÇêkerDigi Beta & Swiss TV (SRF)
NivîskarMano Xelîl
MuzîkRolf Büttikofer
ÇapkirinÎlona 2005an
Dom/Mawe53 xulek
WelatIraq
ZimanKurdî, almanî

Al-Anfal – "im Namen von Allah, Baath und Saddam" ("Enfal - "bi navê Ellah, Bees û Sedam"), bi kurdî wek Al-Anfal, "Bi navê Allah, Baes û Saddam" jî tê nasîn[1], belgefîlmeke li ser rejîma bees a Iraqê ya Sedam Huseyn e ku ji aliyê derhênerê kurd Mano Xelîl ve di sala 2005an de hatiye belavkirin[2][3].

Mijara vê fîlmê tevgerên rêjima bees a Sedam Huseyn, qetilamên wan ên li dijî miletê kurd e.

Fîlma Al-Anfal ji produksiyona derhênêr û alîkariya televizyona Swîsreyê, Kenalê Zimanê Almanî ye. Fîlm hatiye wergerandin ji bo zimanên almanî, înglîzî û fransî. Pey wê yekê film li çend festivalên navneteweyî weke Festîvala Solothurn (2006, Swîsre), Festîvala Navneteweyî ya Fîlman li Singapûrê (2006), Festîvala Fîlman a Kendavê (2011, Dubai) hate hilbijartin[4] û pey re li Montréal û Londonê jî hatiye pêşkêşkirin[çavkanî hewce ye].

Mijara fîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerê bi navê Enfal (bi erebî: al-Anfal) Sedam Huseyn li dijî miletê kurd li Kurdistana Başûr di sala 1988an û vir de pêk hatî, bû sebeb ku bêhtirî 182.000 kurd, jin û zar û kal, hatin kuştin û bi deh hezaran gundî bi saxî hatin binerdkirin û gundên wana hatine wêrankirin.

Saddam Husên di sala 1987ê de, kuramê xwe Ali Hasan Al-Majid (ku navê wî ne tenê li cem kurdan, lê li nav dinyayê wek Eliyê Kîmyawî hate naskirin) kire hukimdarê yekem li Kurdistanê. Ew jî bi navê sûreya 8ê ya Quranê ku bi navê al-Anfal e, navê vê sûreyê li şerê xwe yê li dijî miletê kurd kir. Ev sûra li Quranê di dema Muhammed pêxember de hatibû û li ser mesela talankirina mal û milkên gawiran e, Ali Hasan Majid, xwe weke pêxemberê Muhemmed bi nav kir û miletê kurd weke gawiran da xuyakirin. Eskerên iraqî mal û milkên kurdan li xwe behr dikirin û zar û zinc û zilamên wan jî kuştin, ne tenê ev, lê generalên beesî ê muxaberatên Sedam û generalên eskerî keçên kurd ê ciwan li xwe behr dikirin û grûpek ji wan jinan hatine şandin ji bo gazîno û merqesên welatê Misrê, ku heta roja îro kes nizane çi bi serê wan keçan hatiye.

Fîlm, her ku bi taybetî li ser şerê Enfalê disekine. Hevpeyvîn û bi sedan dokumentên rêjîma bees ku kuştin bi rengekî resmî bi kar dianî, lê ji alîkî din ve hinekî li ser mesela zindanan û praktîkên beesê li zindana û wuha li ser qirkirina milletê kurd li Helebceyê jî diaxive.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]