Al-Anfal, "bi navê Allah, Baes û Saddam"

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Al-anfal « Bi navê Allah, Bees û Seddam » (Kurdî)
DerhênerMano Xelîl
ÇêkerDigi Beta & Swiss TV (SRF)
NivîskarMano Xelîl
MuzîkRolf Büttikofer
ÇapkirinÎlonê 2005(2005)
Dom/Mawe53 xulek
WelatIraq
ZimanKurdî, elmanî

Al-anfal « Bi navê Allah, Bees û Seddam » dokumenteke li ser rejîma Bees û Sedam e ku ji aliyê derhênerê kurd Mano Xelîl ve di sala 2005an de hatiye belavkirin[1].

Mijara vê fîlmê tevgerên rêjima Beesa Saddam, qetilamên wan ên li dijî miletê kurd e.

Fîlma Al-Anfal ji produksiyona derhênêr û alîkariya televizyona Swîsreyê, Kenalê Zimanê Elmanî ye. Fîlm hatiye wergerandin ji bo zimanên elmanî, înglîzî û frensî. Piştî ku filmê Al-anfal li çend festivalên navneteweyî weke festîvala Solothurn, Singapur, Panorana hate hilbijartin û demek nêzîk li Montréal û li London tê nîşandan.

Mijara Fîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerê bi navê Al-Anfal Saddam Husên li dijî miletê kurd li Kurdistana Başûr di sala 1988an û vir de pêk hatî, bû sebeb ku bêhtir ji 182 hezar mirovên kurd, jin û zar û kal, hatin kuştin û bi deh hezaran gundî bi saxî hatin binerdkirin, an jî hatine wêrankirin û ew iandine destê Iraqê ku ji tîhna û birçîna mirine.

Saddam Husên di sala 1987ê de, kuramê xwe Ali Hasan Al-Majid (ku navê wî ne tenê li cem kurdan, lê li nav dinyayê wek Eliyê Kîmyawî hate naskirin) kire hukimdarê yekemîn li Kurdistanê. Ew jî bi navê sûreya 8ê ya Qur'anê ku bi navê Al-Anfal' e, navê vê sûreyê li şerê xwe yê li dijî miletê kurd kir. Ev sûra li Quranê di dema Muhammed pêxember de hatibû û li ser mesela talankirina mal û milkên gawiran e, Ali Hasan Majid, xwe weke pêxemberê Muhemmed bi nav kir û miletê kurd weke gawiran da xuyakirin. Eskerên iraqî mal û milkên kurdan li xwe behr dikirin û zar û zinc û zilamên wan jî kuştin, ne tenê ev, lê generalên beesî ê muxaberatên Seddam û generalên eskerî keçên kurd ê ciwan li xwe behr dikirin û grûpek ji wan jinan hatine şandin ji bo gazîno û merqesên welatê Misrê, ku heta roja îro kes nizane çi bi serê wan keçan hatiye.

Fîlm, her ku bi taybetî li ser şerê Al-Anfal disekine. Hevpeyvîn û bi sedan dokumentên rêjîma Bees ku kuştin bi rengekî resmî bi kar dianî, lê ji alîkî din ve hinekî li ser mesela zindanan û praktîkên Beesê li zindana û wuha li ser qirkirina milletê kurd li Helebcê jî diaxive.

Fîlm ji destpêka meha 9an ve, dikeve festîvalên filman û di televîzyona swîsrî ya zimanê elmanî de tê weşandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]