Ançêre
Xuyakirin
Ançêre, gihasêhr (Hamamelis) çîneke riwekên famîleya ançêreyan e. Tenê pênc cureyên ançêreyê hene.
Sîstematîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tevahiya cureyên vê malbatê bo baxçevaniyê tên çandin. Tevahiya wan li nîvkada bakur cihwar in.
Navê Hamamelis sala 1753yê ji aliyê Carl von Linné ve di Species Plantarum, 1, rûpel. 124ê de hatiye lêkirin. Navên din: Amamelis Lem., Lomilis Raf., Trilopus Mitch. in.
Sê cure li bakurê Amerîkayê digihên:
- Ançêreya Vîrjînyayê yan ançêreya payîzê kulîk vedide (Hamamelis virginiana L.)
- Hamamelis vernalis Sarg.
- Hamamelis ovalis S.W.Leonard
Du cure li Asyayê digihên:
- Ançêreya japonî (Hamamelis japonica Sieb. & Zucc.)
- Ançêreya çînî (Hamamelis mollis Oliv.)
Cueryên hîbrîd (durehî, zir, melez):
- Hamamelis × intermedia Rehder (= H. japonica × H. mollis)
Ji ançêreya Vîrjînyayê di warê dermanfiroşiyê de sûd tê wergirtin. Di amadekirina dermanên ku dojeder û kunêran derdidin, bo hemorrhoîdê bikêr in de, tê bikaranîn.
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Di payîzê de.
-
Pel.
-
Kulîlkên ançêreyê bi zivistanê.
-
Kulîlkên forma zer û sor vedidin.
-
;eha tebaxê de.
Ançêreya Vîrjînyayê (Hamamelis vernalis):
-
Kulîlk û pel.
Cureyan:
-
H. × intermedia (= H. japonica × H. mollis)
-
Hamamelis × intermedia 'Jelena'
-
Hamamelis × intermedia 'Diane'
-
Zaubernuss (Hamamelis)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zhi-Yun Zhang, Hongda Zhang & Peter K. Endress: Hamamelidaceae in der Flora of China, Volume 9, S. 32: Hamamelis - Online. (ne bi kurdî ye)
- Frederick G. Meyer: Hamamelidaceae in der Flora of North America, Volume 3: Hamamelis - Online. Girêdana arşîvê 2008-06-08 li ser Wayback Machine
- J. Li et al.: Phylogeny and biogeography of Hamamelis (Hamamelidaceae), in Harvard Pap. Bot., 5, 2000, S. 171–178.
Weblinks
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara li ser riwekan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara têkildarî bijîşkiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |