Anthony Quinn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Anthony Quinn
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Chihuahua City (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Navê rastî
Manuel Antonio Rodolfo Quinn OaxacaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Manuel Antonio Rodolfo Quinn OaxacaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Stella Adler Studio of Acting (en)
Belmont High School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Aktor, peykersaz, nivîskar, derhênerê fîlman, wênesazLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Hevjîn
Katherine DeMille (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Danny Quinn (en)
Lorenzo Quinn (en)
Francesco Quinn (en)
Alex A. Quinn (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Western (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Lîsteya berfireh
Star on Hollywood Walk of Fame (d)
Academy Award for Best Supporting Actor (en) ( û )
Donostia Award (en) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Fîlmên navdar
Anthony Quinn filmography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Anthony Quinn
Şanenav
lewheya yadîgar

Anthony Quinn (21ê nîsana 1915an - 3ê hezîrana 2001ê) şanogerekî meksîkî yê bi nav û deng e.

Ew bi di 21ê nîsana sala 1915an li bajarê Chihuahua li Meksîkê hatiye cîhanê. 4 xwişk û 8 birayên wî hebûn. Diya wî Meksîkî û bavê wî jî Irlandî bû.

Anthony Quinn bi malbata xwe re pêşiyê li Amerîka li bajarê El Paso ku girêdayî eyaleta Texasê ye bi cih bû, piştre çûne Los Angelesê, li wê derê derbasî dibistaneke dramayê bû û ji wir dest bi meşa hunerî kir. Ji ber ku ew ji malbateke xizan bû, pereyên dibistanê ji paqijkirina camên erebe û malan derdixist.

Sala 1952 ji ber rola xwe ya di fîlma Viva Zapata, ku şoreşa Meksîkê tîne ziman û di wê fîlmê de rola birayê rêberê meksîkî Emiliano Zapata dilîst, xelata Oskarê qezenc kir.

Sala 1956 jî dîsa ji ber rola xwe ya di fîlma Lust for Life (Însanên Nemir) ku tê de rola resamê fransî Paul Gauguin dilîze, xelata Oskarê bi dest xwe ve tîne.

Her wiha rola wî ya di fîlma Zorba de tu caran ji bîr nabe. Anthony Quinn di 60 salên xwe yên aktoriyê de di zêdetirî 100 fîlmên sînemayê rolên sereke lîstin.

Jiyana Anthony Quinn ji macerayên aşqê dagirtîne.

Ew bi 6 jinan re zewicî bû û bavê 13 zarokan bû.

Ew roja 3ê hezîrana '2001ê de saet li 9:30 (li gor dema herêmî) li nexweşxaneya Brigham and Women's ya amerîkî çû ser dilovaniya xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Malpera Avesta/Hejmar 12-tîrmeh 2001