Arîstokrasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arîstokrasî
ἀριστοκρατίᾱ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Arîstokrasî (bi Inglîzî: aristocrasy) cureyeke desthilata siyasî ye ku tenê komeka biçûk ji bijareyên civakê desthilatdar in. Tenê van bijareyan mafê wan heye ko jibo wergirtina jortirîn pêgeha desthilata siyasî hevrikî û rikeberiyê bikin. Dest-bi-destbûna desthilatê di sîstemên arîstokrtîk da pir caran bûmayîk anko mîratgirane ye.

Peyva arîstokrasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev peyv jî mîna gelek peyvên dî yên vî warî, ji zimanê Yewnanî hatiye. Arîstokrasî du par e, arîstos bi ramana "baştirîn", herî baş" û kratîyin bi ramana "desthilat"ê. Bi vî awayî, arîstokrasî dibit desthilata yên an yê herî baş. Carina awayên monarşî yên desthilatê jî wekî arîstokrasiyan xwe didin niyasîn. Hingî, monarş anko key bi xwe desthilatê li arîstokratan anko desteka bijare û tevaya civakê dikit.

Carina peyva arîstokrasî jibo koma bijare dihêt bikaranîn, çi ew kom desthilatdar bit, çi jî desthilatdar nebit.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Yewnaniya Kevin de, peyva arîstokrat cara pêşîn ji bo welatiyên ciwan yên ko pir caran zarokên çîn an texa desthilatdar bûn û di rêzên şerker anko çekdarên Atêniyan da bûn dihat bikaranîn. Li Yewnana Kevin mêrxasî û wêrekî ewqas bihagira bûn ko leşkir hertim dibiya bi "baştirîn" şerkeran hatiban rêvebirin.