Komgirava Japonî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Arşîpela Japon hat beralîkirin)
Komgirava Japonî
Komgirava Japonî li ser nexşeyê
Map
Komgirava Japonî li ser nexşeya Japon nîşan dide
Komgirava Japonî
Komgirava Japonî
Koordînat: 36°Bk 138°Rh / 36°Bk 138°Rh / 36; 138
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletJapon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Komgirava Japonî an jî arxîpela japonî (bi japonî: Nihon Rettō) komek giraveke ku ji 6852 giravan pêk tê ku welatê Japon a îro pêk tînin. Dirêjahiya temamiya giravan ji 3.000 kîlomêtreyan pêk tê ku ji Deryaya Okhotskê heya Rojhilata Çînê û ji Deryaya Filîpînê ve heya peravên Okyanûsa Mezin a parzemîna Ewrasyayê dirêj dibe.[1] Komgirav ji bakur berbi başûr ve ji sê giravên mezin pêk tên.

Japon bi rûerda 377.975,24 km² yê welatê girava herî mezin ê Asyaya Rojhilat e û çaremîn welatê giravî ya herî mezin ê cîhanê ye.[2]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komgirava Japonî

Komgirav ji 6852 giravan pêk tê. Pênc giravên sereke yên wekî Hokkaido, Honshu, Kyushu, Shikoku û Girava Okinawayê ne. 6847 giravên dûr hene û Giravên Ryukyu û Giravên Nanpō li başûr û rojhilatê giravên sereke ne. Rûerda giştî ya giravan 377.973,89 km² (çarçik) e. Japon çaremîn welata giravî ya herî mezin ê cîhanê ye û welata giravî ya herî mezin ê Asyaya Rojhilat e.[3] Erd bi piranî çîyayî ye û ji %66 daristan e.[4] Nifûs li herêmên bajarî yên li qerax, deşt û geliyan kom bûne. Giravên Japonê li bakurê rojavayê Xengê Agir e û li ser gelek lewheyên tektonîkî ye. Li rojhilatê Arşîpela Japonî sê xendekên deryayê hene. Xendeka Japonê wekî Plateya Pasîfîk a okyanûsê di binê Pelgaya Okhotsk a parzemînî de hatiye çêkirin. Pêvajoya binavbûna domdar dibe sedema erdhejên pir caran, tsunamî û stratovolkanan.[5]

Çar giravên mezin ên sereke ku welatê Japon pê tînin ev in:

  1. Hokkaidō
  2. Honshū
  3. Shikoku
  4. Kyushu

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ministry of Health, Labour and Welfare: Water Supply in Japan". www.mhlw.go.jp. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "GSI HOME PAGE - 国土地理院". www.gsi.go.jp. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Which Are The Island Countries Of The World? - WorldAtlas.com". web.archive.org. 7 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Forest area (% of land area) | Data". data.worldbank.org. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "web/20070204064754/http://volcano.und.edu/vwdocs/volc_images/north_asia/japan_tec.html". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2007. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)