Arşakî
(Ji Arşakiyan hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Arşakî an arşakan navê xanedana eşkaniyan ên ku di bin rêbertiya Arşak de di sala 240 b.z. de herêmeke Keyatiyaselewkiyan a bi navê Part dagirkirin û li şûna wê Pehlewanistan an Împaratoriya eşkaniyan damezirand.
Piştî damezirandina dewletê arşakiyan gav bi gav selewkî tengav kirin û li tevahiya Îranê serweriya persan pêk anin. Keyayê arşakî yê dawî Erdevan IV, di 224 pz de ji aliyê damezirênerê sasaniyan Erdeşîrê Yekê hat kuştin û Erdeşîr kargêrî dest xwe xist. Lê xanedana arşakiyan nêzîkî 200 salên din jî li Ermenistanê serwerî domand û di sala 428an de ket bin fermana sasaniyan û bi vî awayî hebûna xwe bi dawî kir.
Keyayên Pehlewanistanê û nûnerên xanedana arşakiyan (eşkaniyan)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Arşak I (bi yewnaniya kevn: ΑΡΣΑΚΗΣ) (Aras I; Eşkê yekem), derdora 250 b.z.–211 b.z., damezirînerê xanedana Arşakiyan
- Tiridates I (Tîrda I; Eşkê duyem), dema serweriyê nayê zanîn
- Arşak II (Aras II; Eşkê sêyem), 211 b.z.–191 b.z., kur (an birayê) Aras I e.
- Phriapatios (Friyapat I; Eşkê çarem) 191 b.z.–176 b.z., neviyê Aras II e.
- Phraates I (Firat I; Eşkê pêncem) 176 b.z.–171 b.z., kurê Friyapat e.
- Mithridates I (eşkanî) (Mîhrda I; Eşkê şeşem) 171 b.z.–138 b.z., kurê Friyapat e, yek ji gewretirîn keyayên Pehlewanistanê.
- Phraates II (bi yewnaniya kevn: ΦΡΑΑΤΗΣ) (Firat II; Eşkê heftem) 138 b.z.–128 b.z., kurê Mîhrda I e.
- Artabanos I (Erdevan I; Eşkê heştem) 128 b.z.–123 b.z., apê Firat II e.
- Mithridates II (eşkanî) (Mîhrda II; Eşkê dehem) 123 b.z.–88 b.z., tevî Mîhrda I û Orod I gewretirîn keyayê Pehlewanistanê ye.
- Gotarzes I (Guhderz I) 95 b.z.–90 b.z., neviyê Friyapatî ye, tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
- Orodes I (Orod I) 90 b.z.–87 b.z., tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
- Sinatrukes (Sînatrûk; Eşkê yanzdehem) ca. 77 b.z.–70 b.z., yek ji pismamên xanedana Arşakiyan e.
- Phraates III Theos (Firat III; Eşkê danzdehem) 70 b.z.–57 b.z., kurê Sînatrûk e.
- Orodes II (Orod II; Eşkê sêzdehem) 57 b.z.–37 b.z., kurê Firat III sêyemîn gewretirîn keyayê Pehlewanistanê. Di dema wî de sînorê Pehlewanistanê gihîşt Derya spî.
- Mithridates III (eşkanî) (Mîhrda III; Eşkê çardehem) 56 b.z./55 b.z., kurê Firat III e.
- Pakor I (Pakor I) ? b.z.–38 b.z., kurê mezin ê Orod II e, wek hevserok hatibû îlankirin. Fermandarekî wêrek û jêhatî bû. Di şerê li dijî Romayê de li cenga Gindarê jiyana xwe ji dest dide.
- Phraates IV (Firat IV) 38 b.z.–2 b.z., kurê Orod II e.
- Tiridates II (Tîrda II) 32 b.z., berendamê textê, komeke feodalan serî li hember Firat IV radike û ji text dixîne, di wê demê de Tîrda II wek keyayê Pehlewanistanê tê îlankirin, lê Firat IV di demeke kurt de Tîrda II bindixîne û careke din radibe ser text.
- Mithridates (Mîhrda) 12 b.z.-10 b.z., gengaz e ku berendamê rabûna ser text e, lê hebûna wî hê jî tê guftûgokirin.
- Phraatakes (Firat V; Eşkê panzdehem) 2 b.z.–4 p.z., kurê Firat IV e.
- Mûsaya Pehlewanistanê — jina Firat IV û dayîka Firat V, hevseroka keyatiyê.
- Orodes III (Orod III; Eşkê şazdehem) 4–7
- Vonones I (Vonon I; Eşkê hevdehem) 7–12, kurê Firat IV e.
- Artabanos II (Erdevan II; Eşkê hejdehem) 12–38, kurê şahbanûya Arşakiyan.
- Phraates VI (Firat VI) 35, tenê salekê şûna Erdevan II ê dewrkirî li ser text ma. Piştî salekê Erdevan II careke din ser text rûdinê.
- Tiridates III (Tîrda III) 36–37, ji aliyê romayîyan ve şûna Erdevab II wek keya hatibûye îlankirin, lê Erdevan II desteka eşîra dax digire û careke din text ji xwe re vedigerîne.
- Kînnam (37-38?), hebûna wî di guftûgoyê de ye, îhtîmaleke mezin yek ji berendamên text bûye.
- Vardanes (li rojavayê keyatî) (Verdan I yan Berdan I; Eşkê nozdehem) 39–47, tevî birayê xwe Guhderz II keyatî kiriye.
- Gotarzes II (li rojhilatê keyatî) (Guhderz II; Eşkê bîstem) 41–51, tevî birayê xwe Berdan keyatî kiriye.
- Vonones II (Vonon II; Eşkê bîst û yekem) 51, kurê Erdevan II e.
- Vologaeses I (Belgaş I; Eşkê bîst û duyem) 51–78, kurê Vonon II e.
- Vardanes II, (Verdan II yan Berdan II; Eşkê bîst û sêyem) 55–58, kurê Belgaş I e.
- Vologaeses II (Belgaş II) 77–80, kurê Belgaş I e, bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, hewl daye text ji destê Pakor II werbigire.
- Pakoros II (Pakor II; Eşkê bîst û çarom) 78–110, kurê Belgaş I e.
- Artabanos III (Erdevan III) 80–81, kurê Belgaş I e, berendamê text bûye, lê nehatiye ser text.
- Vologez II (êdî wek Vologez III) (Belgaş III; Eşkê bîst û pêncem) careke din bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, vê carê hewl daye text ji destê Xusrew I werbigire. Ji sala 128'an û pê ve tevî Mîhrda IV li ser text rûdinê.
- Osroes I (Xusrew I; Eşkê bîst û şeşem) 109–128, kurê Belgaş I e.
- Mithridates IV (Mîhrda IV) 128–147, kurê Belgaş I e.
- Keyayekî ne diyar, îhtîmal e ku yek ji berendaman e.
- Vologaeses III (Belgaş IV; Eşkê bîst û heftem) 148–192, kurê Belgaş III e.
- Vologaeses IV (Belgaş V; Eşkê bîst û heştem) 191–208, kurê Belgaş IV e.
- Vologaeses V (Belgaş VI; Eşkê bîst û nehem) 208–228), birayê Erdevan IV e.
- Artabanos IV (Erdevan IV) 212–224, birayê Belgaş VI e.