Arzu Şahin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arzu Şahin
Arzu Şahin, 21ê Berfanbara 2011an.
Jiyan
Navê jidayikbûnêArzu Şahin
Jidayikbûn9ê îlona 1978an (45 salî)
Stembol
NeteweKurd
PîşeHunermend
AmûrTembûr
Salên çalak1999–niha
Etîketa qeydêDMC
biguhêreBelge

Arzu Şahin (jdb. 9ê îlona 1978an li Stembolê, Tirkiye) stranbêjeke stranên gelêrî ya bi zimanê tirkî ye ku bi eslê xwe kurd e.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Arzû Şahîn di sala 1978an de li Stembolê ji dayik bû û zarokatiya xwe li vî bajarî derbas kiriye. Malbata wî, bi eslê xwe ji Dersima ye û ji Dersimê koçî Kelkîtê û pişt re koçî Erzînganê bûne.[2] Arzu Şahin ji zarokatiya xwe ve bi tembûr re eleqedar bû 4 salan di dibistanekî taybet de perwerdeya tembûr û stran gotinê wergirt û albûma xwe ya yekem bi navê Ceylanim derxist.[3] Ji bo vê albûmê gelek bertekên pozîtîv hate nîşandan û bi ser de jî firotina pir baş a albûmê, azwerî û cesareta xebata muzîkê da wê. Pişt re Arzu albûma xwe ya duyem a bi navê Ayrılık derxist. Di sala 2008an de 14emîn Xelatên Muzîka Vîdeo ya Kral TVyê, bi xelata "Baştirîn Jina Muzîka Folklorî" ya muzîka tirkî hatiye xelatkirin.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ve Aşk (2012)
  • Ne Fayda (2008)
  • Sus (2005)
  • Düet (2003)
  • Ayrılık (2002)
  • Ceylanım (1999)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Arzu Sahin Röpertaj (bi îngilîzî), roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2021
  2. ^ Arzu ŞAHİN ile Türkü tadında röportaj (bi îngilîzî), roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2021
  3. ^ Arzu ŞAHİN ile Türkü tadında röportaj (bi îngilîzî), roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2021