Asoyên Çareseriyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Polat Can
Asoyên Çareseriyê Gotûbêjên li gel Mezlûm Ebdî

Pirtûka Asoyên Çareseriyê[1] (Gotûbêjên li gel Mezlûm Abdî) ji aliyê nivîskar Polat Can ve hatiye amadekirin.

Asoyên Çareseriyê cara yekem bi zimanê erebî di payîza sala 2011 de hatiye nivîsin û weşandin. Pirtûk wek hevpeyvînên dirêj û birfereh di navbera Polat Can û Mezlûm Ebdî de ye. Di derbarê şoreşa suriyê, rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Rojava, helwesta Kurdan li hember rejîma Suriyê û Îxwanên Muslimîn, projeyên pêwîst yên misogerkirina pêşeroja Kurdan û gelek mijarên din di nava pirtûkê de bersîv dibînin.

Beşên Pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asoyên Çareseriyê ji 200 rûpelan pêk tê.

Pirtûk ji sê beşan pêk tê, ew jî:

  • Beşa yekemîn: têgeha şoreş û pêkanîna wê ya pratîkî
  • Beşa duyemîn: li Sûrî şoreş, û helwestên tevgera Kurdî
  • Beşa sêyemîn: Projeyên Siyasî

Çapên Pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka Asoyên Çareseriyê di 27ê Cotmeha sala 2011 de hatiye nivîsîn û çapkirin.

- Çapa yekemîn: Çapa yekemîn ya pirtûkê di kutahiya sala 2011 de bi zimanên Erebî hatiye çapkirin û bi awayekî teng û nehênî hatiye belav kirin.

- Çapa duyemîn: Şibata sala 2021 li Qamîşlo ji weşanxaneya Şilêr[2][3] bi zimanê Erebî û Kurdî çap û belav bûye.

- Çapa sêyemîn: Di meha Adarê sala 2021 de, ji Navenda Xezelnûs[4] ya çap û weşanê ve bi 5 ziman û zaravayan hatiye çapkirin û belav kirin.

Wergerên Pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asoyên Çareseriyê bi Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî

Pirtûk cara yekem bi zimanê erebî bi navê (آفاق الحل) di sala 2011 de hatiye nivîsîn û belav kirin. Di sala 2021 de bi zimanên erebî, farisî, îngilîzî, kurdî (kurmancî) û kurdî (soranî) hatiye çapkirin.

- erebî: آفاق الحل[5]- حديث البدايات في الثورة والقضية الكردية

- kurdî (kurmancî): Asoyên Çareseriyê[6][7]- Gotûbêjên li gel Mezlûm Ebdî

- kurdî (soranî): [8]ئاسۆکانی چارەسەر - İngilîzî: Solution Prospects - farisî: چشم انداز راه حل

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ بولات جان مؤلف كتاب "آفاق الحل" الذي صدرت طبعته الثانية مؤخراً (bi îngilîzî), roja gihiştinê 14 sibat 2022
  2. ^ "آفاق الحل – حوارات مع مظلوم عبدي". Şilêr (bi erebî). Roja gihiştinê 14 sibat 2022.
  3. ^ "Asoyên Çareseriyê – Hevpevînên li gel Mazlûm Ebdî". Şilêr (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 sibat 2022.
  4. ^ "غەزەلنووس کتێبی (ئاسۆکانی چارەسەر) بە چوار زمان و دوو دیالێکتیکی کوردی بڵاو دەکاتەوە". Politic Press. Roja gihiştinê 14 sibat 2022.
  5. ^ "آفاق الحل.. حول رؤية الجنرال مظلوم عبدي للحل في سوريا". North press agency | وكالة نورث برس (bi erebî). 27 adar 2021. Roja gihiştinê 14 sibat 2022.
  6. ^ بولات جان مؤلف كتاب "آفاق الحل" الذي صدرت طبعته الثانية مؤخراً (bi îngilîzî), roja gihiştinê 14 sibat 2022
  7. ^ "Asoyên Çareseriyê – Hevpevînên li gel Mazlûm Ebdî". Şilêr (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 sibat 2022.
  8. ^ "غەزەلنووس کتێبی (ئاسۆکانی چارەسەر) بە چوار زمان و دوو دیالێکتیکی کوردی بڵاو دەکاتەوە". Politic Press. Roja gihiştinê 14 sibat 2022.