Atalantê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Atalanta hat beralîkirin)
Atalantê
Ἀταλάντη Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Îasos, Menalos, Sxeneus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Klîmenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Hevjîn
  • Hîpomenês
  • Mîlanîon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Partenopeos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanHîpomenês, Mîlanîon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Atalantê, Atalanta Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Atalantê di mîtolojiya yewnanî lehengekî jin e. Bi wê awayê de di nav mît û efsaneyên wejêya yewnanî de bi tenê ye. Ji ber ku mîtên yewnanî de bi temamî leheng ji mêran pêk tê.

Di mîtolojiyê de, Atalantê keça Sxeneus keyê Boeotî an Îasosê Arkadyayî (kurê Lycurgus) an jî Maenalos e. Diya wê Klîmêne bû. Dîroknas Apollodorusê Atînayî (nêz. 180 - piştî 120 BZ) destnîşan dike ku Atalanta di dema zarokatiya xwe de kesayetiyeke hişk bûye, ji hêla hirçek ku ji hêla xwedawenda Artemîs ve hatî şandin hate şîrdan û paşê ji hêla komek nêçîrvan ve hate mezin kirin. Sebeba terikandina wê ji xwezayê re ji hêla dêûbavên wê ew bû ku wan dixwest kurekî wan hebe. [1]

Dema mezin bû Atalantê, derheqê wê de Apolon li Delfîyê pêşbinîyek da ku Atalantê li herdem bê mehr bimîne. Li gorî pêşbinîyê Atalantê bû hevalbendê Artemîsê yên nêçîrê.

Nêçîra Berazê Kalîdonyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berazê Kalîdonyayê cinawarekî mezin bi pirç û xwedîyê diranê mezin bû. Ji hêla Artemîsê ji bo cezakirinî şandibû keyê Kalîdonyayê Oînefs re. Key hin lehengan kom kir ji bo nêçîra berazê di nav lehengan de Melager, Jason, Têseûs, Dioscuri, Melanion, Pêleûs, Peirithoos, Atalantê û hinek seyên nêçîrê hebû. Dilê Melagerê li nêçîrê de kete Atalantêyê lê tişt nebû di nav wan da û evîna wî bê encam ma. Leheng hemû wek hîvikê rêz girtîbûn. Lê Atalantê li kenarê hîvikê mabû ji ber wê di sentor(hespmêr) êrîşê lehengê kir, jixwe sentor wek bêkontrol dihatin naskirin. Leheng karî wan her du ya jî kuşt.

Pişt re armanca nêçîrê berazê Kalîdonyayê derket meydanê êrîş li ser Atalanrtayê kir lê pê tîra Melagerê mir.

Peşbazîya Atalantêyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çîroka Atalantayê de mesela herî balkeş peşbaziya Atalantayê ye, di çandên din yên dinyayên de versîyonê vê çîrokê hene.

Atalantê soz dabû ku tu car neziwicî lê bavê xwe re hêj aş bûbû ji ber wê gotina bavê xwe kir biryara zewaca xwe da. Lê şertekî wê hebû gulaşê de kî bikarte wî ti ew ji wî ra bizewiciya. Li ser şîna kurê Posîdonê Pelîasê pêşbaziyên gulaşê çêkirin Pêleûs jî te de Atalantêyê karî hemû pehlewanan. Îppomênîs hat û her du dest bi bezê kirin lê Îppomênîs sê sêvîn zêr avête meydanê bala Atlantêyê çû seva ji ber wê Atalantê nekarî Îppomênîsê.

Li ser vazoyekî gulaşê Pêleûs û Atlantê

Lê pêşbinî cih hat zewaca wan zehf dirêj ne bû. Her du li perestgehekî Zeusê tekîlîyên cinsî kir ji ber wê hatin cezakirin cezaya wan ew bû ku (ew hin versiyonan da ji hêla Kîbele) bûn şiklê du şêran. Lê rihê Atalantêyê paşî bu yek werzîşkarekî.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]