Here naverokê

Kîbelê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kîbele hat beralîkirin)
Kîbelê
Κυβέλη Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, dînê Romaya kevnare, dînê frîgyayî, cult of Cybele and Attis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sembol
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Hevjîn
  • Atîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
XanedanAtîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Rea, Magna Mater Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kîbelê (bi zimanê frigî: Matar Kubileya yan Kubeleya, bi wateya "Dê Kubeleya" yan jî "Dayika Çiyayî", bi lîdyayî: Kuvava, bi yewnanî: Κυβέλη, Kybele, (Kîbelê), Κυβήβη, Kybebe (Kîbêbê), Κύβελις, Kybelis (Kîbelîs)) xwedawendekî Anatolyayê kevnare. Heman demê de çanda Kîbelê li Anatolyayê derketiye û gelek welatan belav bûye.

Peykerê Kîbeleyê (57 B. Z.)

Çanda Kîbelêyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çanda wê li herêmên navend û bakur-rojavayê Anatolyayê derket holê û bi rêya girava Samotrakê û bajarê Têbe derbasî Yewnanistanê bû.

Kîbelê di nav Mîtolojiya yewnanî de jî cih girt û çend xwedawendên yewnanî re hatin têkildarkirin, di nav de Rea (li axa Yewnanistanê), Dêmêtêr (li Samotrakê), Afrodîtê (li ser çiyayê Îda) û Artemîs (li Karya).

Di peykeran de ew wek jineke mêtînger bi taca turret, rûniştî li ser textê ku li kêleka şêran hatiye teswîrkirin.[1]

Kîbeke yekem car li welatê Lîdyayê wekî xwedawenda çiyayan xuya bû. Ji Frîgyayê hat, wê di sedsala 5-an BZ de bi perestgehek li Atînayê (Metroum) xuyabûna xwe ya destpêkê li Yewnanistanê kir; Yewnaniyan ew bi xwedawenda Rea (Xwedawendên Olîmpî) û Demeter (xwedaya dirûnê) nas kirin. Digel ku tu carî li Yewnanistanê populerbûnek mezin bi dest nexist, baweriya Kîbelêyê di dawiya sedsala 3-an BZ de gihîşt Romayê.[2]

Kîbelê li Romayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Romayê, populerbûna Kîbelê ber bi geşbûnê ve diçûya sedema wê jî ji ber festîvala wê ya biharê ku di Adarê de pêk hat (hin çavkanî dibêjin Nîsanê) bi navê Megalensia bû. Di festibalê de lîstikên gelemperî û her wiha li Circus Maximus pêşandana şanoyê pêk dihat. Di 15’ê adarê de bi merasîma qamîşgiran (cannophori) û merasima qurbanê dest pê dikir; ya dawî ji bo çandina serketî ya berhemên biharê bû. Di 22ê Adarê de, piştî hefteyek rojî û paqijiyê, dara çamê (nîşana Attis) dianîn perestgeha Girê Palatine. Paşê, ziyafetek hebû ku roja şahiyê an Hilaria. Paşê dihat roja xwînê, 24ê Adarê, ku nûnertiya kastrasyon û mirina Attis dike. Pîrozbahî di 25ê adarê de bi serşuştina rêûresmê an şuştina sûretê Kîbelêyê bi dawî dibû. Hemî remilvan an jî Galli yên olê xesandî bûn, tiştek ku di destpêkê de nehişt ku hemwelatiyên Romayî tevlî bibin. Heya serdestiya Claudius, zagona Romayê diyar dikir ku kesek xesandî be nikare hemwelatiya xwe biparêze.

Çanda Kîbelêyê di nav Mîtolojiya Romayê xuya bû. Hin xwedawend bêzerar dihatin hesibandin, wekî mînak Isis, û destûr dida ku bijî hinên din,Lê wek xwedawendên Bacchus, ji bo hemwelatiyên Romayê wekî xetereyek cidî dihatin dîtin û hate çewsandin. Helbet bi hatina Xirîstiyantiyê re, dema ku Roma bû navenda vê ola nû, hema hema hemû van olan winda bûn. Hebandina Kîbelêyê heya sedsala 4-an a PZ dom kir, di wê demê de Xirîstiyanî li ser dîmenên olî serdest bû û bawerî û rîtuelên pagan hêdî hêdî hatin guheztin an hatin avêtin li gorî baweriya nû.

Kîbele û Attîs

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Attis xwedayê nebatê yê Frîgîyan bû, di heman demê de xwedayê vejînê (wekî Yewnanî Adonîs) tê hesibandin. Tê texmîn kirin, Attis evîndarê Kîbelê bû, her çend hin çavkanî îdîa dikin ku ew kurê wê ye. Mixabin dilê Attis kete bi yekê fanî ra û ji wê re bizewacê hilbijart. Li gorî çîrokekê, roja daweta wan, xwedawend Kîbelî hêrs û çavnebar bi awakî tirsê xist nav wan kesên ku beşdarî dawetê bûn. Ji tirsa selametiya xwe (navê bûka wî nayê gotin), zava reviya çiyayên nêzîk û li wir hêdî hêdî dîn bû, di dawiyê de xwe kuşt, lê beriya mirinê xwe xesand. Kîbelê poşman bi aqilê xwe vegerîya, gazî Zeus kir ku qet nehêle cesedê Attis birizî. Çîroka Attisê dibêje ku ew ê di dema vejîna salane ya nebatan de vegere jiyanê; bi vî awayî Attis wekî fîgurek xwedaya zû mirin-û-vejîn dide naskirin.