Arkadya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arkadya
Περιφερειακή ενότητα
Αρκαδίας
Gelhe
 (2011)
86,685
biguhêreBelge

Arkadya, ( yewnanî : Αρκαδία, Arkadía ) parêzgehek li başûrê Yewnanistanê li Peloponnesê ye. Navenda parêzgehê Trîpolîce ye.

Arkadya navê herêmeke çiyayî bû li beşa navendî ya Peloponnes ( Peloponnesos ) li Yewnaniya kevnar . Navê xwe ji Arkas, karakterek mîtolojîk digire.

Ji ber ku di dema êrîşa Doran de (1100 BZ-1000 BZ) de ne dagirkirî bû, zaravayek taybetî ya Yewnaniyên ku li Qibrisê bi cih bûne parastiye. Struktura wê ya etnîkî bi koçberên Slavî yên di sedsala 8'an a PZ û koçberên Arnavutî yên di dema Împeratoriya Osmanî de gelek guherî.