Audrey Tautou

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Audrey Tautou
Jidayikbûn
Audrey Justine Tautou

9ê tebaxa 1976an
EsilFransî
Navê dinThe Chanel Muse
PerwerdeEnstîtuya Katolîk a Parîsê
PîşeLîstikvan, model
Salên çalak1996-roja me
biguhêreBelge

Audrey Justine Tautou, bi çavên xwe yên mezin yên wek xezalan û bi porê xwe ya kin bala hemû mirovên ku ji fîlma Amelie hesteke cûda vergirit bûn xisti bû bin tesîra xwe.

Audrey Tautou di kariyera xwe 12 salê de 29 proje pêk anî. Bi rêze fîlmên televizyonan destpê kir. 'Venus Beauty Institute' yekem fîlma wî bû.

Em 2001ê de bi 'Amélie' (Fabuleux destin d'Amélie Poulain), wê naskirin.Amelie her çiqas di cara pêşî de wek fîlmeke ji rêze bo hinek kesan xuya bû be jî, Amelie 8 milyon dolar gîşe pêk anî.

Audrey Tautou bi Amelie navdar bû. Bi avayekî germ jiyaneke cihêreng û bextewar îspat da ku di her rewşe de jiyaneke cuda mimkun e.

Piştre di fîlmên 'Dirty Pretty Things' û "Dergistiya Winda" de cîh girt.

Audrey Tautou fîlmên xwe her tim bi zimanê Frensî kişand. Ew ji Frensayê ye.Gelek teklîfên ji Holywood ji wî re hatin.Lê ew qebûl nekir. Audrey Tautou digot "Ez Frensizim, ezê ji bingehê xwe veneqetim û ezê fîlmên îngîlîzî nekşînim. Ezê li Parîsê me ezê neçim Los angelas"

Belê îstîsnayek hebû. Audrey Tautou li gel Tom Hanks 2006an de pirtûka fîlmê “The Da Vinci Code” ku Dan Brown bi sernavê “The Da Vinci Code ” ku rekora firotinê bi dest xisitibû û bi nerazîbûna Vatîkanê hatibû rojevê ji aliyê derhêner Ron Howard ve wek fîlmê sînemayê hat kişandin de yek ji rola sereke lîst.

Bi “The Da Vinci Code ” navdariya wî hineke din zêde bû.

Herî dawî fîlma wî ya dawî "Nêçîrvana Dewlemendan" (Hors De Prix) kete vîzyonê.Di vê fîlmê de rola jineke ku zilamên dewlemd dixapîne dileyze.Fîlm mirovên ku serdema modern wana dejenere kirûye ku tenê girêdayî pere dijîn rexne dike.

Her wiha Audrey Tautou di fîlmeke bi navê ku hîlberîna 2007 e 'Ensemble, C'est Tout' de jî cîh digre.Ensemble, C'est Tout' fîlmeke klasîk a Komediya romantîk a Frensî ye.Fîlm hê nehatiye qedandin.

Audrey Tautou herî pir Victor Hugo, Oscar Wilde û Paul Auster hez dike.Audrey Tautou ya 31 salî di pêşarojê de wê çi bibe ne diyar e lê niha yek ji listikvana herî girîng ya sînemaya Ewrûpî ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]