Avkevir
Navçeya Avkevirê | |
|---|---|
| Taşlıçay | |
| Koordînat: 39°38′0″Bk 43°22′40″Rh / 39.63333°Bk 43.37778°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Agirî (parêzgeh) |
| Serbajar | Avkevir |
| Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
| Hejmara gundan | 37 gund |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 798 km2 (308 sq mi) |
| Bilindahî | 1.660 m (5450 ft) |
| Nifûs (2020) | 22.421[1] |
| • Berbelavî | 23,5/km2 (61/sq mi) |
| • Serbajar (2020) | 6.500 |
| Koda postayê | 04800 |
| Koda telefonê | (+90) 472 |
![]() | |
| biguhêre | |
Avkevir an jî Avekevir [çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Taşlıçay) yek ji navçeyên Agirîyê ye. Di sala 1954'î de bûye navçe û bi Agiriyê ve hatiye girêdan. Rûber 798 km², bilindahî ji rûyê avê 1.660 m ye. Ji aliyê sirûştê ve erdê navçeyê gelek ciwan e.Çemê Muradê û şaxên wê, Çemê Botî, Mîrzexan , Kûbik , Geldûş û Dîdem , Çiyayê Sînegê , Çiyayê Eledaxê , Gola Sodo , Gola Tirşo û Gola Qulingê hwd xwedî sirûşteke pirr ciwan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
Gelê herêmê heya avabûna Komara Tirkiyê bi tevahî ji Kurdan pêk dihat. Di salên 40, 50 û 90'î de dewleta Tirk ji Asyayê gelek malbat aniye û bicihkiriye. Vêgav 87 % Kurd, 13 % jî Terekeme, Azerî hwd dijîn. Beriya Terteleya Filehan li herêmê gundên Filehan jî hebûn, lê niha nînin. Gorî hejmartinên sala 2020'î hejmara navendê 6.500 û bi giştî jî 21.839 e. 37 gund û 21 mezre girêdayî navçeyê ne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
