Azadiya derbirinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Azadiya derbirinê, mirov dikare bêje azadiya xweîfadekirinê jî. Mirovek, ku kî be û çi be û çawa be bila bibe, bê gotin û sînor karibe hizrên xwe bîne ser ziman, ji wê re tê gotin. Hin pîl û astên ku di bin gotina azadiya derbirinê de hene ku weke parastina mafê mirovan, parastina anîna li ser ziman bê şert û merc ya ramanê û hwd di nav xwe de dihewîne. Li welatên skandînav yên weke Norwêc, Danîmarka û Swêdê bi navê ytringsfrihed, yttrandefrihet tê ser ziman.

Di nava kurdan de, temenê wê bi dîroka wê re heye. Li Kurdistanê, ji olên weke Êzîdî, Cihû, Fileh, Misilman û hwd, ku hê gelek komên din ên etnîkî û olî hene, bi hev re rêz û hurmetek didine hevdu û bi hev re dijîn. Rêzek, di dana hebûn, bawerî û hizrên hevdu yên ku dianîn li ser ziman. Rêz, weke xelaka pirr giring a di temenê azadîya derbirinê de ye. Bi wê re, ji wê re, weke ast û pîlekê jî ya. Mînak, ku oldar û zanistekî êzîdî li civata kurdên misilman û fileh û cihû rûnihê bi wan re bide û bistîne, mirov kare di çerçova wê azadiya derbirinê de bîne ser ziman. Her wisa, mirov kare ji bo komên din ên etnîkî û olî jî bîne ser ziman. Di roja me de, gotinên weke demokrasî û azadiya ramanê bi hev re pirr behsa wan tê kirin. Bi vê yekê re azadiya derbirinê û demokrasî bi hev re weke xelaka azadiya mirov têê ser ziman.

Ji aliyê din ve jî, îro li cîhanê ser 200 dewletî re dijîn. Di nav wan dewletan de, bi dehan xelk û gelên cuda dijîn. Her dewlet, li gorî têgihiştina etnîkî bi nêzîkatiyeka netewperest nêzî be û maf û azadiya xelk û gelên din ên ku di nav sînorê wê yên ku hatina kifşkirin de dijîn, ji destê wan digire an jî, wê mafê kare di xwe de bibîne ku mafê wan ji wan bigire. Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekbûyî, hin binatêr (metîn) nivîsandin û denezendin li ser mafê mirovan, ziman û parastina hebûna xelkan ya civakî. Welatên ku di neteweyên yekbûyî de cih girtine, çend ku pirraniyên wan, mohra xwe li bin wan xal û binataran xistine jî, li gor giyane wê tevnegerihin. Mînak, weke tirkî, çend ku tê gotin, li binê hemûyan jî be ku gelek ji wan mohrkirina jî, çend ku di konfaranse Lozanê de beşeka mazin ya axa kurdan hate xistin li nava axa wê dewleta tirk de jî, û ku ser 25 milyonan re kurd li wê beşa Kurdistanê ku kurd jê re "Bakûrê Kurdistanê" dibêjin dijîn jî, zimanê wan qedexe ye. Dibistaneke wan nîn e ku tê de zarokên xwe perwerde jî bikin.

Yekîtiya Ewropayê[biguherîne]

Li Ewropayê Pîvanên Kopenhagê hene ku weke temenê wê çêdike. Bi wê re mirov karê Pîvanên Ottawayê, Pîvanên Dûblînê û hwd...

Rojhilat[biguherîne]

Li rojhilat, dewletên ku hene, heta îro ti binaterên ku mafê mirovan li berçav bigirin û derxine pêşîya hebûna dewletê hê nenivîsandine. Hin gotin û xalên ku dînê Îslamê aniye ser ziman jî, dewlet, wan li gorî xwe sîrove dikin û dikin temenê parastina dewletê de. Bi vê yekê re, ji temenê parastina mirov derxistine.

Mafê mirovan[biguherîne]

Îro, li her herêmên cêhanê, komeleyên ku dibêjin em mafê mirovan diparezên ava bûne. Weke AI û hwd... Komeleyên ku mafê ragihandina ramanê jî, ku dibêjin em diparezên ava bûne. Ên weke Komela Rojnamevanên Sînornenas û hwd...

Gelek komeleyên nivîskar û rewşenbîran jî ava bûne; ên weke PEN hwd...

Çapamenî û mafê ragihandinê[biguherîne]

Çapemenî, ji bo ragihandinê ye. Di derbarê civakê de bûyer û qawîmînên ku di nav civakê de dibin, bi awayekî bêalî dike ku bîne ser ziman. Bi vê yekê re, hizir tê kirin û xwestin ku divê çapemenî azad be. Lê heta îro jî, li ti welatî, çapamenî derneketiye derveyî têgihiştina dewletê. Ji dêla ku mirov ji kirinên dewletê ên ku wê bîne şerê wî biparezê, çapamenî ye, dewlet li ser mirov girtiye û dewlet li ber mirov û azadiya parastiye. Bi vê yekê re, gotina "çapemeniya welêt" derketiye û hatiye ser ziman.

Binatarên mafê mirovan û ragihandinê[biguherîne]

Neteweyên Yekbûyî, li ser parastina maf, binatarên ku nivîsandine hene. Li ser mafê mirovan û parastina wê, perwerdehiya bi zimanê dayikê, têkiliyên mirov û dewletê, komên civatî ên etnîkî, û hwd, ku hê gelek aliyên din jî di nav de mirov kare bîne ser ziman, li ser gelek xalan binatarên maf û azadî û ramanê û parastinê nivîsandine. Bi wê yekê azadiya ramanê jî hatiye ser ziman.

Herwiha binêre[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]