Bêaramiyên hestî yên zarokatiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Bêaramiyên hestî yên zarokatiyê (bi îngilîzî: SED-Serious Emotional Disturbance) di termînolojiya derûnnasiyî de ev rewş e ku, ji ber ku kesekî zaroktiya xwe xweş derbas nekiriye, dijwar dibe ku bibe mirovekî temam[çavkanî pêwîst e].

Destpêk[biguherîne]

Hestên mîna çavnebarî, çavtengî, hesudî, dexesî, reşkînî û zikreşiyê bi her mirovî re kêm an zêde heyî, belê her ku mirov mezin dibe û gihîştî dibe kontrolkirina wan hêsan dibe an jî cî diguhere. Di zarokan de kontrolkirina hesta zor e, loma rasterast hestê xwe dijîn û di tevgera wan bi awayekî beloq sedema zikreşiya wan tê xuyakirin. Ji hêlekê ev xuyakirin baş e; lewre bi vî awayî hestê xwe tîne ziman û rehet (katarsîs, valabûn, safîbûn) dibe û ji alîyê din ger ev hêstên zikreşiyê tîr be û malbata wa jî vêya hîn gurtir bike, dibe ku di şexsiyeta wan de rê li ber xeterîya veke. Ji ber wilo dive em zikreşiya zarokê xwe ne bi riya tirsandinê, cewisandinê û bi tawanbariyê, bi guhdarî kirina dert û kulê wan, bi rave kirinê û bi hez kirinê em bandora zikreşiyê hebkî kêm bikin û ji holê rakin. Zikreşî di her qada jiyanê de derdikeve hemberî me, lê bi zêdeyî dema ku xuşkek an brayek nû çêdibe an jî dema ku şirîkek ji tiştê ku ê meyî re derkeve radeya wê bilind dibe, heta gellek kes zor bûna zikreşiya pitika nû ve dişîbînin hewiyê. Dibêjin mîna ku hewî hatibe ser wî/ê. Sedema vê dijwariyê bela di kesayetiya zarokan de egoîst bûn zêdeye û naxwaze tişkî xwe parve bike.

Berî ku pitik were dinyayê ew tenê bû an jî delaliyê malê bû, bi hatina yekî/a din hemû cî û warê ku bi destxisti bû ji hêla yekî/a din ve ji dest ve diçe, ji ber van tişta divê ku em bi wî/ê re bide bawer kirin ku ew cî û war ji dest neçûye tenê tê parvekirin. Radeya zikreşiyê li gora temenê zaroka tê guhertin. Her ku temenê di navbera zarokan kêm dibe, ev hestê mîna zikreşiyê hîn bêtir xûyatir dibe.

Bi gelemperî di navbera salê 0 û 6 salî de giringîya wê bêtir derdikeve pêş, ji ber ku dinavbera van sala de him hewcedarîya zarokan bêtir bi dêûbavê wan heyî û him jî bingeha kesayetiyê di van sala de tê avêtin[çavkanî pêwîst e].

Zikreşî çi ye?[biguherîne]

  1. Dema xwe û hinî din bide berhev an jî têxe mêzînekê û di encamê de xwe kêm bibîne û sedemê vê ya jî hin kesa bibîne û wan tawabar bike.
  2. Kesê ku xwe bi qedr û qîmet dibîne, ger demek şûnde di zenna wî/ê de ev hêja bûn û rûmet, êdî ji bo hinî din bê kirin an jî heskiryê wî/ê bi hinî din re eleqedar bibe, wê demê bi wî/ê kesê/î re hestê mîna êş û azarê peyda dibe, ji vêya re jî dibêjin zikreşî.
  3. Li ser gellek tişta û di gellek rewşa de bi mirovan re hestê zikreşîyê dibe ku derkeve holê, sedemên zikreşîyê carna kesayetîye carna jî civakîye û di her dem û dewrana mirovan de zikreşî heye; lewre hesteke gerdûnî ye. Cûreyê zikreşîyê pirin; carna brayî, bave, dêye, hevale, welate, mali, pereyî, xweşik bûne, jêhat bûne, kêm bûne, zêde bûne, başîye, xerabîye, kar û xebate, bindestîye, serdestîye…
  4. Ger em vegerin ser zikreşîya zarokan, dinav hestên zarokan de zikereşî cîkî girîng digre (distîne), lewre ger ev hesta bi tendûristî ne jî û bi pirsgirêk derbas bibe, dibe k udi pêşerojê de bi wan kesan re hin pirsgirêkên kesayetîyê çêbibe.
  5. Gava ku gumana kêm bûna heskirinê û danûstendinê bi zarokan re çêbibe hêstên zikreşîyê serê xwe radike û kontrolê dixe destê xwe û bi bertekên xwe, bi tevgera xwe û bi axaftina xwe zikerşîya xwe nîşanî me dide. Ev jî tiştekî xwezayî ye, belê ku hestana pirr zêde be an jî qet tune be, wê demê tişkî ne lir ê heye, divê wekî dêûbav em xwe kontrol bikin, vê pirsê ji xwe bipirsin’’Bê ka me li ku derê û bi çi awayî xeletî kiri ye?’’ bela ku di bingeha zikreşîyê de kêm bûna jixwebawer bûnê heye. Hes kirin û eleqeya ku dêûbav heta nuha didan wî/ê, êdî bide hinî din an jî zarok bi vî awayî fêm bike, wê demê zarok wê xwe yekî tenê û nayê hes kirin bibîne û wê xwe kêm bibîne, sersebê av tişta jî, wê pitika nû hatî bibîne û wê li hemberî pitike şer bike û ji bo ku wê ji holê rake wê tekoşînê bike. Ew hêrsa xwe heya jê tê wê di serê pitik de derxe. Ger di vê rewşa wisa de dêûbav peywira xwe bi cî bînin vê rewşê normal bibînin û wisa tevbigerin demek şûnde wê derbas bibe û peywira xwe neynin cî wê demê bi awayekî tund wê berdewam be. Zarok wê li hember pitik bi êrişkarî tevbigere û her dema ku derfet bibîne wê êrişî pitik bike, sedema van tişta jî dixwaze ku hebûna wî/ê jî bê pejirandin û mîna pitik bê hes kirin. Pîspor dibên zarok ji bo ku balê bikşînin ser xwe wê li her riyê bigere û hetta wê bi lêdana xwe jî qayîl be. Lewre; li gora zaroka lêdan, ji bê eleqe bûnê çêtire. Hin zarok jî diçilmisin û hemû elaqeya xwe ji derûdora qut dikin, hin ji wan jî mîna pitika tevdigerin; di bin xwe dimîzin, wek pitika diaxifin yan jî pirsgirêkên mîna nenûk xwarin û tilî mêtin destpê dike. Carna jî bi wayekî eşkere dibêjin; Ez pitikê naxwazim, bila here nexweşxanê, bila here cêxwe yan jî pitik bide hinî din[çavkanî pêwîst e].

Bi gelemperî tevgerên zikreşiyê[biguherîne]

  1. Dibe ku zarok hereketê pitikê teqlît bike.( Tilî mêtin, dixwemîz kirin, dubarekirina peyvê pitikî, lalitî, têketina dergûşê, xwestina hefada û hwd.)
  2. Ji bo balê bikşîne serxwe dibe ku rik, berberî û int pêre çêbibe.
  3. Dibe dest bi mizmizîya bike û li ser her tiştî bigrî.
  4. Dibe ku her bîskê bê mîza mi tê yan jî bizimanê zarokan’’kûxo’’
  5. Dibe ku zarok bêdeng bibe û eleqeya xwe ji derûdora xwe qut bike an jî bibire.
  6. Dibe ku ernokî, zirzokî, hêrs bûn û êrişkar bûn derkeve û derûdoar xwe xera bike.
  7. Dibe ku xwewa wan bêserûber bibe û tirsê bike mahna, ji bo kul i cem dêûbavê xwe rakeve.
  8. Tiştê ku berê nedikir û nedixwest, dibe ku bixwaze û bike.
  9. Her çiqes ku nexweşîya bîyolojîk (bejnûbal) tune be jî, bertekên psîkomotor xuya bibe, mîna; Zikêşiyê, madxelandinê, serêşandinê, sarûgerm bûnê…
  10. Ger biçe dibistanê, êdî ji bo ku neçe mahna ji xwer derdixe.
  11. Dibe ku ji hevalê xwe re bibêje dêûbavê min, ji min hesnakin.
  12. Dibe ku xeydok bibe û dîya xwe an jî bavêxwe re bêje hûn ji mi kes hesnakin, hûn ji filankes hes dikin û bawer nake ku tê heskirin.
  13. Carna jî dibe ku pitik çêne bû ye, mîna ku kesek wa tune be tevbigere.
  14. Dibe ku dest bi derewa bike û fen û futa bîne serê dêbavê xwe.
  15. Dibe ku xwestekê dêûbav weke ku nebihîstibe tevbigere.

Guhertin û tevgerên bi vî şiklî dibe ku xûya bibe, belê di xûya kirina van tevgera da a herî girîng bertek dayîna malbatê ye[çavkanî pêwîst e].

Bertekên çawa?[biguherîne]

  • Divê di serê sedê de em zanibin ku hesta zikreşîyê hesteke xwezayî ye û di her mirovan de kêm an zêde heye.
  • Divê balaxwe bide vê rewşa zaroka û têkilîya qut neke.
  • Divê mirov vê rewşa hanê nebertekên neyînî, bi erênî û bi rave kirinê pêşwazî bike.
  • Meriv kare di derheqê pitikê ku wê bê dinyê zaroka agahdar bike û li gora hazirî yê bike.
  • Bi hatina pitikê re divê meriv ferqî yê nexe navbera wan. Û divê ferq bike ku hes kirina dêûbav li hember wî/ê berdewam dike.
  • Dibe ku zarok nexwaze tişkî xwe bi pitik re parve bike, ev normale ji bo vî tiştî zoryê li wan nekin.
  • Derheqê zarok û pitikê bi axifin. Ne ku hûn bibêjin:’’Pitik pîse, kûxo ye filan û bêvan.’’ Em j ite jî hes dikin û ji pitik jî hes dikin, van peyvên ku hûn ji zarokan re dikin, wê bi tevgera xwe jî bînincî.
  • Ferqê nexin navbera qîz û lawa.
  • Bihêlin ku zarok bi hevalê wek xwe re, bilîze û bi wan demê derbas bike.
  • Tucarî bi tirs û xofê wan netirsînin[çavkanî pêwîst e].

Gotina talî[biguherîne]

Meriv divê qet jibîr neke ku têkilî û danûstendina çewt bingeha pirsgirêka hîn kurtir û sortir dike, , bi taybetî tevgerê dêûbav pirr girînge û divê peyvê dê û bav hevdû bigre û gotin û tevgerê wan ne durî hevdu be.

Gellek li şûna zarokê xwe difikirin û lişûna wan biryara wan dide, mîna.’’Êdî tu mezin e, tu bûye pîrek/zilam’’ û a hîn xerabtir ’’tu bûyî qensî ker kî’’, piştî van gotina zarok jî mîna ku mezin bûye tevdigere, îja dêûbav dibêje:’’Ma ev karê teyî, hîn tu zaroke. Tu hîn solekê doye.’’ Û a hîn xerabtir:’’kero, ahmeqo, gêjo û nizanim çiyo’’. Tevgerên bi vî awayî him derûnîya zarokan tevlihev dike û him jî qedr û qîmetê me di çavê zarokan de namîne. Belê ev hereketên bi vÎ awayî kahr û kerba zaroka û zikreşîya wan dijwartir dike.

Her zarok kesayeta wan, fêm kirin û têgihiştina wan cûda ye, heta her zarok dinyayeke ku ji hev cûda ye her çiqese şikl û şemalê wan bişibin hev jî. Jêhat bûna wan, hunera wan, hêstê wan, xûyê wan û taybetîyê wan newekheve. Ji ber wilo, divê em ne li gor xwe, li gorî wan em bi fikirin û tevbigerin. Tucarî zarokan di eynî mêzênê de nepîvin, ger hûn wan bidin ber pevdu û dubendîyê têxin navbera wan, tenê hûnê zikreşîya wan xerabtir bikin.

Di bingeha zikreşîyê de fikrên û ramanê ku nehatîye famh kirin û nehatîye derman kirin heye, divê armanca me ku em wan hêstên û ramanê birîndar bûnin derman bikin, ne ku em zikreşîya wan derxin pêş û eşkere bikin.

Bi çavekî zanyarî û têkilîyek nerm wê karê me hêsantir bike.

Riya baş kirina zarokan, di dilşa kirina wan de derbas dibe[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]

Hemed Elî QOSERÎ http://www.amidakurd.net/niviskar/hemedeli