Bêrî Bihar
Bêrî Bihar nivîskar û helbestvanekî kurd e ku li gundekî Êliha (Batmanê) ji dayîk bûye.
Bêrî Bihar di sala 1995 an de Enqere Zaningeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. 5 salan wek mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî we haniye ber fetisandine, ewê dev ji vî karî berdaye û jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotiye. Mijara helbestên wê piranî jîn û jiyana jina Kurde. Heya niha du Dîwanên wê bi navê Qeşem û Buwariya Hestên Lerizi hatine çapkirin.
Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî ji mezin û piçûkan ra dinivîsîne. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk te li ber çapê ne. Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan mîna Kovara Pênûs, Rewşen, Hîwa, Rojnama Agirî ya Hewlerê, Kovara Soera li Holendayê, Malper Kaniya Helbestan, Mehname û wekî din de hatine weşandin.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Qeşem (Stembol 2002, weşanên Sî- Weşanên Avagon),
- Buwariya Hestên Lerizi (Stembol 2005, Weşanên Avagon) çap bûne.
- Bêrî Bihar û Antolojiyên Helbestên Kurdî
- Sara Seri, Pirtûkên Zarokan
- Sara Alîkarî Dike
- Sara û Beqên Kesk
- Sara û Kerê wê Şîno
- Sara û Mîro
- Sara û Hirça Reqsê
- Kes tûne bû (helbest, Weşanên Avesta, Stembol)
- Şemar û solên rengîn (çîrok ya zarokan- Weşanên Ava)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |