Bêran
Xuyakirin
Bêran, bêran bi gerden navê xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêma Amed, Botan, Tolhildanê pirr tê xwarin.
Di wêjeya devkî ya kurdî de wiha derbas dibe: "Ji gerdenê berdan, ji Mareşê merdan derdikeve".
Berkelî (bo pênc kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1kg goştê bi hestî yê gerdenê (gizêra stû)
- 100 gr îsota tûj (îsota pûlpûlî, îsota pûlpelî)
- 300 gr riz (birinc)
- 100 gr bez
- 1 lîmon
- Xwê
- Îsota sor (li ser daxwazê)
- Îsota reş (li ser daxwazê)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Goştê bikin quşxaneyê bikelînin. Gelek caran kêfa wê bigirin. Paşê agirê wê kêm bikin, bila dîsa bikele. Di quşxaneyeke din de birinca xwe bikelînin û li binikên xwarinê parve bikin.
Goştê xwe yê kelandî jî parve bikin, bidin ser birincê. Ava goşt, sîr, îsota tûj, îsota reş (hûn bi kêfa xwe ne kêjan biharbêhnê bikarbînin, dikarin) û ava limonê bi ser de bikin.
Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |