Bîbera reş
Xuyakirin
| Bîbera reş | |
|---|---|
| Bîbera reş a negihayî | |
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Plantae |
| (ne aşkera ye): | Angiosperms |
| (ne aşkera ye): | Magnoliids |
| Kom: | Piperales |
| Famîle: | Piperaceae |
| Cins: | Piper |
| Cure: | P. nigrum |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Piper nigrum L.[1] | |
Bîbera reş an jî filfilê reş (Piper nigrum) hêşînahiyek daran e û ji famîleya bîberên reş (Piperaceae) e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bejna wê 5- 10 m bilind dibe. Bi kêmanî 100 cûreyên wan hene û li dar û dîwarên derdora xwe diale. Pelên wê hêkane yan jî dilane ne. 8-16 cm dirêj 5- 10 cm fireh in. Aliyê derve keskê tarî, yên hûndir keskê vekirî ne û pelên xwe naweşîne. Kulîlkên wê spiyê hûrik 50-150 lib bi hev re li ser koçanekê ne. Fekiya wê ya hûrik berê kesk, sor û paşê jî zer dibe.
Bikaranîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ji bo biharbêhn (biharat), çayê, tentûr, dermanên xweristî, rûnê wê ji bo tedawiyên aroma tê bikaranîn.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Piper nigrum information from NPGS/GRIN". www.ars-grin.gov. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 adar 2008.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Bîbera reş de hene