Bûkareşt
Bûkareşt
| |
---|---|
| |
București | |
Navê(n) din: | |
Bûkareşt li ser nexşeyê | |
Koordînat: 44°24′48.1″Bk 26°5′52.0″Rh / 44.413361°Bk 26.097778°Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Wallachia, United Principalities of Moldavia and Wallachia, Keyaniya Romanyayê, Romanian People's Republic, Socialist Republic of Romania, Romanya |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1459 |
Îdarî | |
• Şaredar | Nicușor Dan (2020–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 226 km2 (87 sq mi) |
Bilindahî | 70 m (230 ft) |
Nifûs | 1.716.961 (2021) |
Dem | |
Plakaya erebeyê | B |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bûkareşt (bi romanî: Bucureşti), paytext û bajarê herî mezin ê Romanyayê ye ku bajêr wekî navendek çandî, darayî, şahî û medyayê ya li welêt e ku bi bandorek girîng li Ewropaya Rojhilat û Başûrê rojhilatê Ewropayê tê binav kirin. Di warê jeopolîtîk de bajêr hêj jî paytextek girîng a dewletek li Ewropaya Navîn û Ewropayê Rojhilat e ku tê de lûtkeyên balkêşên polîtîk li dar ketine (mînaka lûtkeya Bûkareşt a sala 2008). Di heman demê de bajêr di warê perwerde, geştiyarî, lêkolîn, teknolojî, lênihêrîna tenduristî, huner, moda, werzîş û siyasetê de xwedî bandorek girîng e. Bûkareşt navendek aborî ya sereke yê li Romanya ye ku bi aboriyek cihêreng û pêşkevtî ku pîşesaziyên wekî IT, darayî û hilberînê vedihewîne.
Li gel ku rêyên nû, pir û pergalên veguheztina giştî têne çêkirin ku pêwendî û tevgerê baştir bikin, bajêr di binesaziyê de jî veberhênanek girîng dîtiye. Bajêr li başûrê rojhilatê Romanya, li ser peravên Çemê Dimbovîtayê hatiye avakirin. Di heman demê de bajêr yek ji bajarên herî qerebalix ên Yekîtiya Ewropayê ye ku di nav sinorên bajarî de paytexta herî qerebalix a li başûrê rojhilatê Ewropayê ye. Bajêr ji sala 1659an heya 1859an paytexta Wallachia û ji sala 1859an heya 1881an paytexta Mîrekiyên Yekbûyî yên Moldavia û Wallachia (Mîrekiyên Yekbûyî yên Romanî, paşê Keyaniya Romanya) bû.
Bûkareşt yekem car di belgeyan de di sala 1459an de hatiye nivîsandin. Bajêr di 1862an de dibe paytext û navenda medya, çand û hunera romanî. Mîmariya bajêr tevlêheviyek dîrokî ye ku ji serdema sosyalîst ve maye. Di heyama di navbera her du şerên cîhanê de, mîmariya xweşik a bajêr û sofîstîkebûna elîta bajêr Bûkareşt paşnavên Parîsa Biçûk (bi Romanî: Micul Paris) yan jî Parîsa Rojhilat (bi Romanî: Parisul Estului) bi dest xistibû.[1] Her çend avahî û navçeyên li navenda bajarê dîrokî ji ber şer, erdhej û tewra bernameya sîstematîzekirinê ya Nicolae Ceaușescu pir zirar dîtin an hilweşandin jî, gelek ji wan li piyan mane û hatine nûvekirin. Di van salên dawî de, bajar di warê aborî û çandî de geş bûye. Li gorî Financial Times, CBRE, TechCrunch û yên din, bajêr yek ji bajarên teknolojiya pêşkevtî ya herî bilez a Ewropayê ye.[2][3][4][5][6] UiPath, destpêkek gerdûnî ya ku li Bûkareştê hatiye damezrandin, di nirxê xwe de gihîştiye zêdetirî 60 milyar dolar.[7] Bûkareşt mazûvaniya herî mezin civîna bilind a teknolojiya bilind li Ewropaya Başûrê Rojhilatê û Civîna Blockchain Romanya dike.[8][9]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koka navê romanî Bûcareșt heta roja îro bi awayekî baş nayê zanîn. Kevneşopiya bajêr damezrandina Bûkreştê bi navê Bûkûr ve girêdide, ku li gorî efsaneyên cuda mîr, derqanûnî, masîgir, şivan yan jî nêçîrvan bûye. Di romanî de nav ji peyva stem bucurie tê ku wateya 'şahî' ('bextewar') û tê bawer kirin ku bi eslê xwe Dakî ye ji ber vê yekê bajar navê bajêr tê wateya "bajarê şahiyê".
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîroka Bûkareştê ji niştecîhên pêşîn ên kevnar heya dawiya sedsala 19an de wekî paytexta neteweyî ya Romanyayê maye, serdemên pêşketin û paşketinê derbas dike. Yekem car di sala 1459an de wekî 'Keleha Bûkareştî' hatiye binav kirin ku bajêr dibe wargeha hikûmdarê Walaşiyayê ya Vlad Drakulayê.
Diwana Prensiya Kevin (Curtea Veche) di nîvê sedsala 16an de ji hêla Mircea Ciobanul ve hatiye avakirin. Di bin serwerên paşîn de bajêr wekî rûniştgeha havînê ya dîwana qral hatiye damezrandin.
Bajêr di dawiyê de piştî sala 1698an (destpêk bi serweriya Konstantîn Brâncoveanu) dibe warê daîmî yê dîwana Walaşiyayê.
Hinek beşên bajêr ji ber karesatên xwezayî wêran dibin û di nav 200 salên paşîn de çend caran bajêr hatiye avakirin û di 1813 û 14an de bajêr bi Înfeksiyona Karagiya ket. Di vê heyamê de bajêr ji bin kontrola osmaniyan hate rizgarkirin û di gelek navberan de ji aliyê Monarşiya Habsburgê (1716, 1737, 1789) û Rûsyayê ve (sê caran di navbera 1768 û 1806 de) rêveberiya bajêr hate guherandin. Di navbera sala 1828an û Şerê Kirimê de di navbera dema Şoreşa Walaşî ya sala 1848an a Bûkareşt a navendî de, rêveberiya bajêr radestî destê Rûsyayê dibe. Piştre, garnîzonek Awistriya piştî derketina Rusyayê heta adara sala 1857an li bajêr dimîne. Di 23 adara sala 1847an de, agirek mezin li bajêr dertê ku nêzîkî 2000 avahiyan hildiweşe û bi vî agirê sêyeka ji bajêr tê şewitandin.
Di sala 1862an de piştî ku Walaşiya û Moldavya têne yekkirin ku Mîrektiya Romanya tê avakirin bajêr dibe paytexta neteweyî ya nû. Di sala 1881an de, bajêr dibe navenda siyasî ya Padîşahiya Romanya ya ku di bin desthilatdariya Qral Karol a 1em de hatiye ragihandin. Di nîvê duyem ê sedsala 19an de nifûsa bajêr pir zêde dibe û serdemek nû ya pêşveçûyîna bajarî dest pê dike. Di vê serdemê de ronîkirina gazê, tramwayên hespan û elektrîkkirina sinorkirî ya bajêr hate destpêkirin. Çemê Dâmbovița jî di sala 1883an de bi girseyî hate qenalîze kirin ku bi vî rengî lehiyên berê yên mîna Lehiya 1865an a Bûkareşê ku car caran pêk dihat rawestand. Mîmariya zêde û çanda bilind a kozmopolît a vê serdemê bernavka "Parîsa Rojhilat" (Parisul Estului), ji Bûkareştê re anî.
Di navbera 6ê kanûna 1916an û mijdar sala 1918an de, bajêr di encama Şerê Bûkareştê ya almanan bajêr ji aliyê hêzên almanan ve hate dagir kirin ku paytexta fermî bi demkî derbasî Laşî ya (ku jê re Jassy jî dihate gotin), li herêma Moldavya dibe. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bajêr dibe paytexta Romanyaya Mezin. Di salên navbera şer de, pêşveçûna bajarî ya Bûkareştê berdewam dike ku nifûsa bajêr her sal bi navînî 30.000 kes zêde dibe. Di heman demê de hinek nîşanên sereke yên bajêr di vê serdemê de hatine çêkirin ku di nav de bîrdariya Bîranîna Serkevtinê (Triumphal Arch) û Avahiya telefonê (Palatul Telefoanelor) hene. Lêbelê Krîza Aborî ya Mezin a li Romanyayê ku krîzek aborî bû, zirarek mezin li hemwelatiyên bajêr da ku bi Greva Grivița ya 1933an de bi dawî dibe.
Di çileya sala 1941ê de bajêr dibe qada serhildana Legionnaira û pogroma Bûkareştê. Jiber ku leşkerên Axis ber bi Eniya Rojhilat ve diçin, Bûkareşt di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji ber bombebaranên hevalbendan zirarek mezin dibîne. Di 23ê tebaxa sala 1944an de Bûkareşt dibe cihê derbeya padîşah ku Romanya beşdarî kampa hevalbendan dike.
Piştî damezrandina komunîzm a li Romanyayê, bajêr her ku diçe mezin dibe. Li bajêr navçeyên nû hatin avakirin ku piraniya avahiyên nû bi blokên avahiyên bilind hatin avakirin. Di dema serokatiya Nîkole Ceaușescu de (1965-1989) beşek ji beşa dîrokî ya bajêr hate hilweşandin û li cihê wî avahiyên bi şêwaza realîzma sosyalîst hatin avakirin. Di 4ê adara sala 1977an de, erdhejek li Çiyayê Virensiyayê pêk hat ku bi qasî 135 km dûr bajêr bû di encamê de 1.500 kesan jiyana xwe ji dest da û zirara erdhejê gihîşte navenda dîrokî ya bajêr.
Şoreşa Romanyayê ya sala 1989an bi xwepêşandanên mezin ên li dijî Ceaușescu li Timișoara di kanûna sala 1989an de dest pê kir û li Bûksreştê berdewam kir ku bû sedema rûxandina rejîma komunîst. Ji serkirdayetiya piştî şoreşê ya Eniya Rizgariya Neteweyî nerazî bûn, hinek komên xwendekar û komên dijber di destpêka sala 1990an de mîtîngên li dijî komunîzmê organîze kirin ku dibe sedema guhertina siyasî.
Ji sala 2000an û vir ve bajêr bi domdarî hate nûjen kirin. Bi taybetî li taxên bakur pêşketina avanî û bazirganiyê didomin. Navenda dîrokî ya kevn a Bûkareştê ji nîvê sala 2000an vir ve restorasyona navenda dîrokî dewam dike.[10]
Di sala 2015an de di şewata klûbeke şevê ya Colectivê de 64 kes ji ber şewatê jiyana xwe jidest didin. Piştre li paytexta Romanya 2017-2019 xwepêşandanên Romanya li dijî reformên dadrêsî pêk hatiye ku di pêvçûna xwenpêşandanek di sala 2018an de 450 kes birîndar bûne.[11][12]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar li perava Çemê Dâmbovițayê hatiye avakirin ku diherike Çemê Argeşê ku milek ji Çemê Dunabê ye. Çend golên herî girîngên Gola Herăstrău, Gola Floreasca, Gola Tei, û Gola Colentina li beşên bakur ên bajêr in ku bi Çemê Colentina re bakurê bajêr dirêj dibin ku çem milek ji Çemê Dâmbovițayê ye. Li navenda bajêr goleke çêkirî Gola Cișmigiu heye ku ji hêla Baxçeyên Cișmigiu ve hatiye dorpêç kirin. Baxçeyên Cișmigiu xwedî dîrokek dewlemend in, ku ji hêla helbestvan û nivîskaran ve tê ziyaret kirin. Gola çêkirî ya Cișmigiu di sala 1847an de hatiye vekirin û li ser bingeha plansaziya mîmarê alman Carl F.W. Meyer e ku baxçe li navenda bajêr sazûmana sereke ya rekreasyonê ye.
Dîmenên ji bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Hotela Parzemîn - Calea Victoriei.
-
Dîmenek ji bajêr.
-
Parka xwezayî ya Văcărești.
-
Parka Herăstrău.
-
Kolana Kovaçî
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bûkareşt xwedan avhewaya parzemînî ya şil (Dfa/Dfb bi îzoterma 0 °C) ye yan avhewa subtropîkal a şil (Köppen: Cfa bi îzoterma -3 °C) ku bi havînan germ û şil e, bi zivistanan sar û bi berf e. Her çend hinek ba jî ji ber bajarbûnê kêm bibe jî, ji ber pozîsyona bajêr ya li ser Deşta Romanyayê di demsalên payîz û zivistan de dibe ku hinek caran bi ba bibe. Germahiya zivistanê bi gelemperî di binê 0 °C de ye, carinan jî digihîje -15 °C ê. Di mehên havînê de, germahiya bilind a navînê (mehên Tîrmeh û Tebaxê) 29,8 °C e. Germahî bi gelemperî di nîvê havînê de li navenda bajêr digihîje 35 heta 40 °C ê. Her çend di havînê de baran û şilatiya navîn kêm be jî, carinan bahozên giran çêdibin. Di demsala bihar û payîzê de, germahiya rojê di navbera 17 û 22 °C ê de diguhere û di mehên biharê de baran ji mehên havînê zêdetir e.[13][14]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Şebnem Korur Fincancı: TTB Başkanının tutukluluğunun devamına karar verildi, dava 29 Aralık'a ertelendi". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Bucharest High-Tech City: Home to Skilled IT Specialists". Pentalog (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 15 hezîran 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ MacDowall, Andrew (19 îlon 2017). "How Romania became a popular tech destination". Financial Times. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ Journal, Romania (11 sibat 2019). "Bucharest, in the top of cities with the most experts in high-tech industry". The Romania Journal (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ Florian, Sebastian (29 gulan 2019). "10 Romanian startups to look out for in 2019 and beyond". EU-Startups (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ Martin, Bryan (6 nîsan 2016). "The Silicon Valley of Transylvania". TechCrunch (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Software Maker UiPath Raises Funds at $35 Billion Valuation". Bloomberg.com (bi îngilîzî). 1 sibat 2021. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Bucureştiul găzduieşte România Blockchain Summit, unul dintre cele mai importante evenimente de tehnologie din Sud-Estul Europei". www.antena3.ro (bi romanî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "The Largest Blockchain Summit in the Eastern Europe". The Largest Blockchain Summit in the Eastern Europe (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Los Angeles Review of Books". Los Angeles Review of Books (bi îngilîzî). 1 îlon 2021. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Thousands of Romanians rally against ruling party's judicial overhaul". Reuters (bi îngilîzî). 26 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ "Romanians protests for second night – DW – 08/12/2018". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.
- ^ Sfetcu, Nicolae (14 çiriya paşîn 2015). Bucharest Tourist Guide (Ghid turistic București): Pocket Edition (Ediția de buzunar) (bi îngilîzî). Nicolae Sfetcu.
- ^ "Romania Koppen Climate Classification (Weatherbase)". Weatherbase. Ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.