Bakterîwestîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bakterîwestîn (bi Inglîzî bacteriostat) bi giştî keristeyekê kîmyayî ye ko dikarit zaûzêya bakteriyan rabiwestînit. Raman vê gotinê ew e ko keristeyên bakterîwestîn hemî gavan nikarin bakteriyan bikujin. Eger, bi her awayekî, ew keriste ji holê rabibit, bakterî reng e dest bi zaûzê û vejînê bikit. Piranî ya keristeyên bakterîwestîn di pîşesaziyê da bikardihên. Lê di pizişkiyê jî da hindek dermanên dijejîk (antibiotic) hene ko bakterîwestîn in.