Balafirgeha Frankfurt Main
Balafirgeha Frankfurt Main
| |
---|---|
![]() Logoya Balafirgeha Frankfurt Main | |
50°02′00″Bk 8°34′14″Rh / 50.033306°Bk 8.570456°Rh | |
Dewlet | Almanya ![]() |
Li beşa îdarî |
|
Pêk tê ji | |
Bilindahî | |
Koda postayê | 60549 ![]() |
Adres | Hugo-Eckener-Ring, 60549 Frankfurt am Main ![]() |
Nimreya telefonê | |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Balafirgeha Frankfurt Main mezintirîn balafirgeha bazirganî ya Almanyayê ye. Balefirgeh li gorî daneyên sala 2019an bi 70,6 milyon rêwiyên balefirgehê, piştî balefirgehên wekî London Heathrow (80,9 milyon), Parîs-Charles-de-Gaulle (76,2 milyon) û balefirgeha Amsterdam Schiphol (71,7 milyon) çaremîn balafirgeha herî mezin a Ewropayê ye û li seranserê cîhanê di rêza 15emîn de ye.[1] Zêdetirî 2 milyon ton, Balafirgeha Frankfurtê ji hemî firokexaneyên ewropî xwediyê mezintirîn qebareya kargoyê ye û li seranserê cîhanê di rêza 13em de ye.[2] Balafirgeh bingeh û navenda sereke ya firokexaneyên Lufthansa, Discover Airlines û Condor Flugdienst. Herwiha balafirgeha bargiriyê ya Lufthansa Cargo ye.
Ji sala 2022an ve Balafirgeha Frankfurtê li 5 parzemînan ji 330 cihan xizmet dike ku ev yek balfirhehê dike balafirgeha bi zêdetirîn rêyên rasterastê li cîhanê.[3]
Aliyê başûr ê balafirgehê baregeha hewayî ya Rhein-Main bû ku ji sala 1947an heya sala 2005an bingehek hewayî ya sereke ya Dewletên Yekbûyî bû. Balafirgehê di tîrmeha sala 2016an de 80 saliya avakirina xwe pîroz kiriye.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Top 10 busiest airports in the world by passenger number". International Airport Review (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
- ^ "The top 10 busiest airports in the world by cargo handled". International Airport Review (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
- ^ Christoph (24 hezîran 2023). "Frankfurt ist der Airport mit den meisten Zielen der Welt". Frankfurtflyer.de (bi almanî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
- ^ "Frankfurt Airport celebrates 80th anniversary". International Airport Review (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
![]() | Ev gotara li ser balafirgehekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |