Barûya bêdengiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Daxme li Mumbaî, Hindistanê, 1886

Barûya bêdengiyê, daxme, cebana ewrî ji cebanên, goristanên Zerdeştîtiyê re dibêjin. Goristan navê giştî ye. Bi hatina ola îslamê re, kurdan jî wekî ereban miriyên xwe defin kirine.

Di ola berê ya kurd û gelên din ên îraniyên Zerdeştiyê de, mirî li ser bircan, cihên bilind dihatin danîn ku balinde û firindeyên din jê sûdê werbigirin, pê xwe xwedî bikin. Li her gund, bajarekê cebanek, goristanek ango daxmeyek hebû. Ev goristan ji barûyeke mezin pêk dihat. Kê bimira dertînin serê bircê, li wir dihîştin daku balinde, çivîk pê xwe xwedî bikin, jê sûdê werbigirin.

Heger goristan li serê çiyayekî bilind ba, ji bo mirî ji derve nexûyên, zarok an xelk jê aciz nebin, dora wê bi dîwarên bilind dihat dorpêçkirin. Diviyabû rêzgirtina miriyan binpê neba, mirî nehata pîs û bêqîmetkirin. Heger mirî yên dijmin ba jî diviyabû heman rêzgirtin bihata nîşandan. Diviyabû mirî ji aliyê ajalên xijinde, mar ûêd ve nehata pîskirin, xwarin. Bi gotineke din, mirî para teyr û balindeyan bû.

Daxme pirranî ji bircên bilind ên li serê çiyan bû. Dîwarên wê nedihîşt ba, laser hestî û bermahiyên meytan derxîne hole. Daxme pirranî gilover bûn. Ji derve nedihatin xemlandin, bircên sade bûn. Di navenda van bircan de çal hebûn, hestî tê de diciviyan. Hin goristan li ser qulên binerdî dihatin avakirin. Hurmeteke mezin ji goristanan re dihatin nîşandan.

Gelek kêm be jî daxme niha li Hindistan û Îranê tên dîtin.

Mirî û elementên pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daxme, nêzîkê bajarê Yezdê, Îran

Li cem kurd û gelên din ên îranî di dema Zerdeştiyê de av, ax, agir, hewa pîroz bûn. Candar tevayî ji xwezayê hatibûn, xweza jî ji wan pêk dihat. Diviyabû rêzdarî heba. Mirov mir, meytê wê diriziya, heger balideyan nexwarana bêhn dida. Ziyan dida devedorê. Diviyabû meytên miriyan ji av, zevî, bax û bostanan dûr bihatana girtin. Lewra mirovan sûd ji wan werdigirtin.

Dema îslam tê Kurdistanê daxme tên qedexekirin. Zerdeştiyan jî mecbûr bûn miriyên xwe wekî ereban defin bikiran. Ji bo meyt ziyanê nedin axê, darbestên (tabût) xwe zexm dinixumandin. Zerdeştiyên îro tabûtên xwe ji betonê çêdikin. Li Îranê daxme qedexe ne.

Girêdan (almanî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]