Barankî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Barankî

Barankî (rûsî: баранки), an zûşkî ji koma nanikên pêjgeha rûs e. Mirov dikare bike wekî şîranî, kate, çerez jî binav bike. Lewra rûs him bi çayê re, him di şahî û mêvaniyê de dixwin.

Çapa wê (eşkêl) 4-12 cm e. Pirranî kuncî yan xaşxaşikê tevlî dikin. Cureyên wê yên bi bindeq, vanîlyayê jî hene. Heger bi zencefîlê be jê re pryanîkî dibêjin. Çêkirina wan dişibe ya xurabîyan.

Pêwîst in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 5 hêk (spîka wê)
  • 3 SA (stekana-qedeha avê) şekir
  • 250 gr margarîn
  • 200 gr kremaya tirş
  • 1 SA şîr
  • Qevdek xwê (solin)
  • 1,5 kg ard (arvan)
  • Têra xwe (2-3 pakêt pudraya kulîçeyan)

Ji van berkeliyan hevîr bistrên, di germiya 210 pileyê de bi qasî 10-15 deqeyan bipijînin.

Girêdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]