Xurabî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xurabiya spanî polvorón

Xurabî ji koma nanikan e. Qurabî, qurabiye jî dibêjin. Bi azerî: قورابیه Qurabiyə , erebî: غرّيبة‎, romî (tirkî): kurabiye, yewnanî: κουραμπιές ye. Lebzîne jî cureyek ji xurabiyên pêjgeha kurd e.

Serpêhatiya xurabiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi texmînî ev binavkirin ji herêmên soranîaxêvan belav bûye. Ji ber ku di nava gelên îranî de, faris xwedî dewlet in, rojavayî tevahiya dîrok, çand û hunera gelên îranî (kurd, faris, belûcî, gilakî, mazenderanî ûêd) dikin para farisan.

Ewropayî xwarinên rojhilata navîn pirranî dikin para ereban an jî îdia dikin ku ji ewropayiyan belav bûne. Ev ji oriyentalîzmê tê. Ji bo xurabiyê îdîa hene ku ji farisan derbasê yewnanan, ji wan jî ereban bûye.

Bi tesîra asîmîlasyonê li bakurê Kurdistanê ji xwarinên xuriniyê yên ji koma nanikan re kurabiye jî dibêjin. Eslê peyvê xurabî ye, di wateya "xurinî/xwariniyên ji nanikan ên çorsane" ye. Paşpirtika erebî +iye, wateyê plûral (pirane, pirejimar) dide û hinekê jî bêhna bajarîbûnê pê dixe.

Hin ji xurabiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xurabî çû bajêr, bû xurabiye. Mêrê min jî çû bajêr destvala hat.