Bavê Nazê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bavê Nazê
Jidayikbûn1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bavê Nazê, nivîskarekî kurd e.

Di sala 1946'an li gundê Kucuka li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1953 ew hatiye binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê-mala birayê xweyî mezin bicîh dibe- xwendina xwe ye seretayî li Amûdê dixwîne.

Sala 1957 malbata wî temamî tên binxetê,piştra malbat koçe bajarê Hesekê dike û li wir xwendina lîsê sala 1967 dibe serî.

Sala 1969 ji bo xwendina bilind diçe Soviyetê û sala 1980 li zanîngeha Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora bidest dixwe. Sala 1977 li gel Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û SeadeldînMela bi hev re (Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye) ava dikin û di paşerojê de beriya vê destegehê wî berhemên xwe weşandin. Dûre jî li welatên curebecur berhemên xwe di sê waran de hatine weşandin:

  1. Werger
  2. Amedekirin
  3. Afirandin
Di warê wergerê de ev pirtûk
  1. Îstişhad albetel alkurdî, Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî.
  2. Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978.
  3. Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.
  4. Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl.
  5. Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988.
  6. Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004.
  7. Pêseka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî.
  8. Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
  9. Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
Di warê amedekirinê de
  1. Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996
  2. Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010
  3. Dîroka edeba Yunanî ya kevinar 2010
  4. Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013
  5. Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013
  6. Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013
  7. Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013
  8. Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013
  9. Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.
Berhemên di warê afirandî de
  1. Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-sala 1978 bi zimanê erebî, sala 1981 bi zimanê rusî- sala 1988 bi zimanê kurdî.
  2. Hêsir û baran-kurteçîrok-sala 1996
  3. Miriyê heram-kurteroman-2009
  4. Dara pelweşiyayî-roman-2011
Ji berhemên afirandî ku nehatine weşandin
  1. Tahliya rastiyê
  2. Dengê ji dûr ve tê nayê bihîstin.
Ji vekolînên jy hatine belavkirin
  1. Çi bi Kurdistana sor hat?
  2. Ber bi zimanekî yekbûyî ve.
  3. Roman çiye.
  4. Ehmedê Xanî-weku pêşke di dîwana wî de hate weşandin.