Belçim Bilgin Erdoğan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Belçîm Bîlgîn Erdogan (navê fermî bi tîpên tirkî: Belçim Bilgin Erdoğan) (* 31'ê rêbendanê 1983 li Enqere) aktrîsteke kurd e. Bi şanoger û aktorê tirk ê bi eslê xwe kurd e, Yılmaz Erdoğan re marî bûye (zewiciye).

Dibistana seretayî li Salih Alptekin İlkokulu, ya amadeyî jî li Mehmet Emin Resulzade Anadolu Lisesi bidawî kiriye. Sala 2001'ê ji dibistana amadeyî dîplom wergirtiye.

Sala 2002 li Zanîngeha Hacettepeyê di beşa gerînendertiya zanîn-dokumanê de perwerde dîtiye. Dema bi Erdogan re hevnasînê dike, perwerdeyê dihêle, diçe Parîsê, demekê li wir dimîne.

Berhemên tevlî bûye[biguherîne]

  • Sıfır Kilometre - Sifirkîlometre (fîlmê sînemayê)
  • Dol (fîlm)
  • Güz Sancısı - Tivanca payîzê
  • Aşk Tesadüfleri Sever - Evîn hez ji rasthatiniyan dike (fîlm)