Berfînxan û her heft bejnbihost

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Berfînxan û her heft bejnbihost, li gorî Alexander Zick (1845–1907)

Berfînxan û her heft bejnbihost[1], Kiçepaşa û heft kurtebala[2] an jî Berfespî[3]çîrokeke gelêrî ya almanî ye ku di sala 1812an di cara yekem ji aliyê Birayên Grimm ve hatibû çapandin.

Çîrok derbarê keybanûyekê dilreş de ye ku li ser bedewiya keçmariya xwe dexes e û leme dixwaze wê bikuje. Keybanû nêçîrvanek wezîfedar dike ji bo Berfînxan bikuje. Ew nêçîrvan ema dilsojî bi Berfînxan he û lema wê dihêle bireve. Li daristanê de Berfînxan heft bejnbihostan nas dike û li vir cem wana dijî. Keybanû ji awêneya xwe ya nêrengî xeber jê stendine ji ber ku Berfînxan dijiye. Dêmariya dilreş gelek caran beredayî dixwaze Berfînxan bikuje.

Çîrok di cara pêşîn de li ser navê almaniya jêrîn Schneewittchen ("Berfespî") dihat weşandin. Bi kurdî navekî yekgirtî tune û gelek nav ji bo Berfînxan hene wek mînak Berfespî an jî Keçmîra Pembû.

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://candname.com/tag/berfinxan-u-her-heft-bejnbihost/
  2. Xöndinewey kurdî bo polî sêyem. Bexda, 1959. r. 116-134.
  3. "Berfespî". ÇandName. Retrieved 2019-03-21.