Bergê hestî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bergê hestî ji du çînan pêk tê.
Çermê serî bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyên kiloxê ve girêdayî ye.

Bergê hestî (bi latînî: periosteum), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e.

Hestî bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê bergê hestî ye. Bi yewnanî navê bergê hestî “periosteon” e, bi yewnaniya kevn: περί, lat. perí, bi kurdî tê wateya: "li derdor", bi yewnaniya kevn: ὀστέον, lat. ostéon, bi kurdî tê wateya: "hestî" ye.[1] Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene.[2] Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike.[3]

Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi înglîzî: fibrous layer) tê navkirin û ji bestereşeneya şidayî (bi înglîzî: dense connective tissue), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna xaneyî (bi înglîzî: cellular layer) tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî (bi latînî: osteoblastus) pêk tê.[3]

Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar li xwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, demarexaneyên hestê demareragihandin dişînin demaxê. Bi vî awayî êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî li xwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayê ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin.[4]

Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî (bi înglîzî: osteoblasts) pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi înglîzî: osteocytes). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin.[5]

Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe.[6] (bi latînî: tendo, bi înglîzî: tendon) û bester (bi latînî: ligamentum, bi înglîzî: ligament) bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve geh ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e.[7] Rûyê beşa gehê ya hestî bi kirkirk dapoşrav e.[7]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  2. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Periosteum [1]
  5. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,